Tirkiyeyê hemû qanûnên neteweyî û navneteweyî binpê kir

Nûnerê TÎHV'ê Coşkûn Ustercî li konferansa li NY axivî û diyar kir, Tirkiyeyê di şerê li dijî PKK'ê de hemû qanûnên neteweyî û navneteweyî binpê kiriye. Parêzer Gamze Yalçin jî destnîşan kir, ku binpêkirina mafên mirovan derketiye asta herî bilind.

Paralelî 32. Civînên Mafên Mirovan ên Neteweyên Yekbûyî (NY), li avahiya NY konferans hatin lidarxistin û di van konferansan de rewşa mafên mirovan a li Tirkiyeyê hat nirxandin. Di konferansa bi serenavê 'Li Tirkiyeyê mafên mirovan, di şerê li dijî PKK'ê de êşên bi çi rengî hatin kişandin' a ji aliyê International Fellowship of Reconcilotion (IFOR) ve hat organîzekirin, nûnerên gelek saziyên civakî yên sivîl amade bûn.

Ji rêveberên TÎHV Şaxê Îzmîrê Coşkûn Ustercî weke vexwendiya IFOR'ê tevlî konferansê bû û li ser navê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) axivî. Ustercî bibîr xist, ku di civînên mafên mirovan de Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê NY Zeîd Ra'ad Al Hûsseîn bal kişandiye ser binpêkirinên mafên mirovan ên li Başûrrojhilatê Tirkiyeyê, lê belê delegasyona Tirkiyeyê li hemberî vê yekê, tabloyeke ku mîna her tiştek gelekî baş e û xweş e, nîşan daye. Ustercî got, "Delegasyona Tirkiyeyê ya ku qîma xwe bi vê jî neanî, kesên gotin mafên mirovan hatine binpêkirin, terorîst sûcdar kir. Nêrîna min û ya Tirkiyeyê ne weke hev e, lê ji ber van nêrînên xwe yên cuda, ez naxwazim kes min weke terorîst bibîne. Ji ber vê yekê, divê axaftina xwe ya li vê derê gelekî bi hesasî bikim. Weke parêzvanekî mafên mirovan dizanim ku ev otosansura ez dikim tiştekî ne rast e, lê belê dema vegeriyam welêt naxwazim bela bê serê min. Ev rewş bi tena serê xwe têrê dike ku mirov fêm bikin bê li Tirkiyeyê asta hurmeta li mafên mirovan çi ye."

Ustercî bibîr xist, ku Tirkiyeyê di meha Gulanê de ji 1. Civîna Bilind a Mafên Mirovan a Cîhanê re malovanî kiriye, lê belê mora xwe dananiye binê danezana encamê ya civînê. Li gorî wê danezanê; parastina sivîlên di şer de zerarê dibînin erka destpêkê ya civaka navneteweyî ye, personelên alîkariya însanî divê neyên astengkirin û karibin alîkariyê bigihînin hewcedaran, her wiha bombekirina cihên sivîlan, nexweşxane û qadên çandî qedexe ye. Ustercî anî ziman, Tirkiye ji bo li ser sûc neyê zevtkirin, mora xwe dananî binê danezana encamê û diyar kir, ji Tîrmeha 2015'an û vir ve Tirkiye di şerê li dijî PKK'ê de, hemû xalên di vê danezana encamê de hatine destnîşankirin, binpê kiriye.

Coşkûn Ustercî da xuyakirin, qedexeyên derketina derve yên li Kurdistanê, li dijî destûra bingehîn a Tirkiyeyê û peymanên navneteweyî ye û pêşniyara Komîteya li dijî Îşkenceyê (UNCAT) a ji bo darizandina berpirsyaran, bibîr xist. Ustercî diyar kir, divê Trikiye îdîayên li ser binpêkirina mafên mirovan ên li Kurdistanê zelal bike û derhal destûrê bide Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropayê û Parlamenta Ewropayê ji bo li herêmê lêkolînan bikin.

Ji Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Amedê parêzer Gamze Yalçin jî da zanîn, di serî de li Sûr, Cizîr, Silopiya, Nisêbîn û Colemêrgê li gelek bajarên li rojhilatê Tirkiyeyê binpêkirina mafên mirovan di asteke giran de dewam dike û anî ziman, binpêkirina azadî û mafên mirovan derketiya asta herî bilind.

Yalçin bal kişand ser daneyên rapora ÎHD'ê ya li ser girtin û kuştina mirovan û diyar kir, hînê gelek cenaze hene rastî malbatan nehatine kirin. Yalçin nivîsên 'nîjadperestî' yên leşkeran li ser dîwaran nivîsandî bibîr xist û got, "Di dema qedexeya derketina derve ya li navçeya Amed Sûrê de, klîbên nîjadperestî hatin kişandin, cenazeyên milîtanên jin ên di dema operasyonê de hatin qetilkirin bi tazî hatin teşhîrkirin û wêneyên van li medya civakî hatin parvekirin. Ev yek nîşan dide ku hiqûqa navneteweyî û nirx û pîvanên bingehîn ên hiqûqa însanî hatine binpêkirin."

Yalçin işaret bi girtin û binçavkirinên li Kurdistanê jî kir û ji bo çareseriyê bal kişand ser girîngiya bikaranîna rêyên demokratîk.