Li Ispartayê girtin, li Şirnexê binçavkirin

Li Ispartayê 8 kes hatin girtin, li Şirnexê jî du kes hatin binçavkirin.

Bi Fermana AKP/Qesrê li dijî berxwedana gelê Kurd operasyonên qirkirina siyasî didomin. Li Şirnexê Rêveberê HDP'ê Agît Yîgît û hevjîna wî Seyran Yîgît di serdegirtina malê de hatin binçavkirin. Li Ispartayê 8 kes hatin girtin

Li Şirnexê ku dorpêç û êrîşên tevkujiyê 94 roj in bênavber didome, li gel pêkanînên komkujiyê operasyonên qirkirina siyasî jî didomin. Beriya niha jî hatibû îddiakirin ku li bajêr bi hevkariya polîs û dozger lîsteyek navan a ji 200 kesan hatiye amadekirin û welatî li gor vê lîsteyê tên binçavkirin. Her dawî jî Hevserokê Navçeya Navendê yê HDP'a Şirnexê Agît Yîgît û hevjîna wî Seyran Yîgît di serdegirtina malê de hate binçavkirin. Her du welatî birin Miduriyeta Emniyetê ya Silopiyê.

ISPARTA 

Duh li Ispartayê polîsan bi ser gelek malan de girtibû, 8 welatî hatibûn binçavkirin. Welatiyên ku îfadeya wan hat girtin şandin girtîgehê. Welatiyên ku parvekirinên wan ên li medya civakî hincet hatin nîşandan, piştî sewqî dozgeriyê hatin kirin hatin girtin.

Welatiyên ku hatin girtin navên wan wiha ne: Yasîn Durmaz, Ramazan Arslan, Mehmet Gumuş, Fehmî Kartal, Recep Atli, Onur Zerenturk, Dîlara Demîr û Dîlek Kisacak. 

Hincetên girtina welatiyan "propagandaya rêxistinê" û "li serokomar heqaret hatiye kirin" hat nîşandan.