BI DÎMEN

Pirtûka Ocalan li Barcelonayê bal kişand

Pirtûka yekemîn a Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku bi zimanên Spanyolî û Katalanî hatiye tercûmekirin, li Barcelonayê bi civînekê hat nasandin.

Gelek kes beşdarî civînê bûn. Di civînê de nêrînên Ocalan ên li ser konfederalîzma demokratîk hatin nirxandin.

Pirtûka yekemîn a Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku bi zimanên Spanyolî û Katalanî hatiye tercûmekirin, piştî Arjantîn, Şîlî, Brezîlya, Ûrûgûay û Paragûayê, li Spanyayê jî tê nasandin. Civînên danasîna pirtûkê ya bi Katalanî û Spanyolî hatiye tercûmekirin, li bajarê Barcelonayê destpê kirin.

Civîna ji aliyê weşanxaneya Descontrol Edîtorîal, Colectîû Baûma û AZADÎ - Platforma Piştgiriya Kurdistanê ve hat organîzekirin, li La Casa de la Solîdarîtat (Navenda Piştgiriyê) pêk hat. Di civînê de, endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Mahmût Çolak Zerdeştî yê pirtûk tercûme kir, li ser navê weşanxaneya Descotrol Edîtorîal Hector Clerîs, li ser navê Colectîû Baûma Lola Varlîn û gelek kes amade bûn.

Di civînê de rojbûna şoreşgerê enternasyonalîst Ernesto Che Gûevara yê di 14'ê Hezîrana 1928'an de ji dayik bû hat pîrozkirin û li ser navê weşanxaneyê Hector Clerîs peyivî. Clerîs diyar kir, nêrînên Ocalan bala wan dikişînin. Mahmût Çolak Zerdeştî jî da xuyakirin, ku ew sîstema konfederalîzma demokratîk ji bo hemû gelên cîhanê weke modelekê dibînin.

'DI PIRTÛKÊ DE PÊŞNIYARÊN ÇARESERIYÊ HENE'

Ji nûnerên mala weşaxaneya Descontrol Edîtorîal Hector Clerîs di civînê de axivî û anî ziman, ku wan parêznameyên Abdullah Ocalan ji ber bala wan kişandine, weşandine. Clerîs got, "Ji bo pirsgirêkên heyî pêşniyarên çareseriyê hene. Konfederalîzma demokratîk gelekî bala me kişand. Em di wê baweriyê de ne ku tevgerên şoreşger ên li vê derê wê gelekî sûdê ji vê pirtûkê werbigirin. Ji ber vê yekê me ev pirtûk weşandin."

'ÇARESERÎ SÎSTEMA KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK E'

Endamê KNK'ê û tercûmanê pirtûkê Mahmût Çolak Zerdeştî jî bi pîrozkirina rojbûna şoreşgerê enternasyonalîst Ernersto Che Gûevara dest bi axaftina xwe kir û li ser teoriya konfederalîzma demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, jineolojî û şoreşa Rojava axivî. Zerdeştî hin beşên pirtûka destpêkê ya Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a Ocalan xwend û bi van gotinan nêrînên Ocalan ên li ser netewe dewlet û konfederalîzma demokratîk vegot: "Piştî ku sîstema netewe dewlet berî 200 salan derket holê, polîtîkayên qirkirin û tinekirina gelan jî destpê kirin. Lê belê ev sîstem di roja me ya îro de îflas kiriye û nema dikare bersivê bide pêwîstiyên gel. Girîng e li hemberî vê yekê Konfederalîzma Demokratîk bi cih were anîn. Ev sîstem firsenda jiyana azad û wekhev a bi hev re dide hemû gelên li cîhanê. Li cihekî tevlîhev ê mîna Rojhilata Navîn, çareserî sîstema konfederalîzma demokratîk e."

'JINÊN KURD BÛN HÊVÎ'

Zerdeştî bal kişand ser têkoşîna jinên Kurd û got, "Li herêmeke tarî ya mîna Rojhilata Navîn, jinên Kurd îro li dijî barbariya bêeman a DAIŞ'ê têdikoşin. Bêguman ev têkoşîna jinên Kurd îro li cîhanê mînakek mezin e. Ev yek jî hêza xwe dispêre sosyolojiya jinê ya Ocalan.

Di nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ya 40 salan de cihekî girîng ê jinê heye. Yek ji hîmên bingehîn ên pêşketina vê têkoşînê, jin e. Şoreşa jinê ya li Rojava parçeyek ji vê yek. Şoreşa jinê îro ji bo hemû jinên li Rojhilata navîn bûye hêvî."

Zerdeştî da zanîn, ew modela konfederalîzma demokratîk ne tenê ji bo gelên li Kurdistanê Rojhilata Navîn dibînin, di heman demê de weke modelek ji bo tevahiya gelên cîhanê dibînin. Zerdeştî destnîşa kir, rewşa xitimantî ya kapîtalîzma hov, bi vî rengî dikare ji holê bê rakirin. Piştî pêşkêşiyê, bersiv ji pirsan re hat dayîn û li ser nêrînên Ocalan ên konfederalîzma demokratîk nîqaş hatin meşandin.

...