HDP'ê nerazîbûn nîşanî serdegirtina mala Yuksekdag da

HDP'ê nerazîbûn nîşanî serdegirtina mala Yuksekdag da û got, "Yekane hiqûqa derbasdar a heyî, 'Hiqûqa Qesrê' ye."

HDP'ê nerazîbûn nîşanî serdegirtina mala Yuksekdag da û got, "Yekane hiqûqa derbasdar a heyî, 'Hiqûqa Qesrê' ye."

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li ser degirtina mala Hevseroka Giştî Fîgen Yuksekdag daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Her roj êrîşeke nû ya nehiqûqî li HDP'ê tê kirin. Qesr û hikûmeta ku her roj fermana operasyonê didin dadgeriyê, li her qadê vê nehiqûqiyê dikin."

'HIQÛQA QESRÊ'

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Îro danê sibehê hêzên ewlekariyê bi rengekî nehiqûqî avêtin ser mala hevseroka me ya giştî û parlamentera me ya Wanê Fîgen Yuksekdag a li Stenbolê. Tevî ku ev navnîşan ji aliyê hevseroka me ve tê bikaranîn û bi vî rengî hatiye ragihandin jî, polîsan bi rengekî nehiqûqî avêtine ser xanî.

Em vê nehiqûqî û zêdegaviyê bi ti rengî qebûl nakin û şermezar dikin. Desthilatdariya li Tirkiyeyê êdî li gorî pîvanên hiqûqa demokratîk û gerdûnê tevnagere. Yekane hiqûqa derbasdar a heyî 'Hiqûqa Qesrê' ye.

Divê li hemberî kesên avêtine ser xanî û yên fermana vê dan e de derhal lêpirsîn were vekirin. Hemû parlamenter û rêveberên partiyên mûxalîf divê baş zanibin, ev pêkanîn wê rojekê li hemberî wan jî bên bikaranîn."

Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ser binçavkirina endam û rêveberên ESP'ê û jinên sosyalîst û hat gotin, "Qesr bi hedefgirtina partiya me, rêveberên me, parlamenter û pêkhateyên me dixwaze me dehf bide û derxîne derveyî qada siyaseta demokratîk."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku yên îro vê neheqiyê dikin, wê sibe zirxeke wan biparêze tinebe.

HDP'ê ragihand, ew bi biryar in li dijî van polîtîkayên AKP/Qesrê, têkoşîna azad3ı, wekhevî û demokrasiyê bi xurtî bimeşînin.