Komîsyona Yekîtiya Ewropa (YE) ragihand ku Tirkiye daxwazên di meha Hezîranê de ya ji bo serbestiya vîzeyê bi cih nanîne . Li gorî komîsyonê, Tirkiyeyê di vê meha dawî de di ti kirîteran de bi pêş ve neçûye.
Komîserê Berpirsiyarê Koç û Karên Hundir ê Komîsyona Ewropayê Dîmîtrîs Avramopoulos anî ziman ku Tirkiye ti kirîterên ku ji bo serbestiya vîzeyê hê jî pêk nanîne. Avramopoulos têkildarî hevdîtinên Tirkiye ya ji bo bi awayekî serbest li Herêma Schengen a Brûkselê bigerin raporek eşkere kir, diyar kir ku ji beriya mehekê rewşa Tirkiyeyê her çawa be, niha jî di heman astê de ye.
Li gorî raporê, ji 72 kirîteran guhertina di 7 kirîteran de ji Tirkiyeyê dihat xwestin. Lê, ji aliyê Tirkiyeyê ve hê ti pêşketin nehatiye kirin. Di nava van kirîteran de li gor standardên Ewropayê guhertina ‘Qanûna têkoşîna bi terorê’ re jî heye.
Avramopoulos, da zanîn ku dîroka serbestiya vîzeyê girêdayî Tirkiyeyê ye, diyar kir ku piştî bicihanîna kirîteran jî girêdayî dîroka bîryarên Parlamentoya Ewropa û YE’yê ne.