'Em ji bo edaletê li hev bicivin'
Malbatên şehîdên Gezî, Roboskî, Enqere û Pirsûsê diyar kirin, ew ê dest ji têkoşîna xwe ya ji bo edaletê bernedin û bang li her kesî kirin, ji bo edaletê li hev bicivin.
Malbatên şehîdên Gezî, Roboskî, Enqere û Pirsûsê diyar kirin, ew ê dest ji têkoşîna xwe ya ji bo edaletê bernedin û bang li her kesî kirin, ji bo edaletê li hev bicivin.
Samî Elvan bavê şehîdê Gezî Berkîn Elvan, Celalettîn Tuylu hevserê Sarigul Tuylu ya li Enqereyê di komkujiya 10'ê Cotmehê de hat qetilkirin, Mehmet Encu bavê Erkan Encu yê li Roboskî hat qetilkirin û Dogûkan Unlu kekê Polen Unlu ya li Pirsûse hat qetilkirin ji bo edaletê banga hevgirtinê li her kesî kirin û gotin, "Eger em têkoşîna xwe ya ji bo edaletê bikin yek, em ê hingî edaletê pêk bînin."
Samî Elvan da xuyakirin, ku ev 3 sal in doz jî nehatiye vekirin û got, "Ne tenê doza Berkîn Elvan, doza Ahmet Atakan jî nehatiye vekirin. Kujerê Abdullah Comert hînê li Amedê mirovan dikuje. Kujerê Ethem li derve ye. Di doza Mehmet Ayvalitaş de xuya ye edalet bi cih nayê. Giliyê ciwanên di dema berxwedana Gezî de çavên wan rijiyan, birîndar bûn, ti ji wan venaguherin dozê."
'DIVÊ EM LI HER DEVERA ANATOLIYÊ DAXWAZA EDALETÊ BIKIN'
Elvan bal kişand ser girîngiya li hev kombûna malbatên Enqere û Pirsûsê û got, "Em bi tenê li bajarên mezin li edaletê digerin. Medya alîgir dengê me nabihîze, dema dibihîze jî berevajî dike. Pêwîste em li her devera Anatoliyê daxwaza edaletê bikin. Weke malbat, li her devera Tiriyeyê divê em dengê xwe bidin bihîstin. Vê bêhiqûqiyê ji her kesî re vebêjin. Weke malbatên şehîdan divê em komeleyên xwe bi rêxistin bikin. Eger em vê bikin, em ê hingî edaletê bi cih bînin."
'ME SOZ DAN ZAROKÊN XWE'
Mehmet Encu bavê Erkan Encu yê di sala 2011'an de li Roboskî hat qetilkirin anî ziman, ji bo kujerên zarokên wan li pêşberî edaletê hesab bidin ev 5 sal in wan serî li her saziyê dan e û got, "Lê belê heta roja îro ji bo me gaveke bi tenê jî nehat avêtin." Encu da zanîn, li şûna dadgehkirina kujeran, malbatên daxwaza edaletê dikin tên dadgehkirin û got, "Komkujî dewam dikin. Beriya du hefteyan li sînorê Roboskî, du xizmên min ên pismamên hev bûn hatin qetilkirin. Li heman herêmê zarokên me jî hatibûn qetilkirin."
Bav Encu bang li her kesên daxwaza edaletê dikin kir ji bo bibin yek û got, "Em mafê xwe dixwazin, em edaletê dixwazin. Ev 5 sal in edalet nehatiye Roboskî. Eger em bibin yek, wê edalet bi cih bê. Dema zarokên me hatin qetilkirin me sozek dan. Heta edalet neyê, em ê dest ji kujeran bernedin. Em li dû edaletê ne."
'EM Ê HETA DAWIYÊ DAXWAZA EDALETÊ BIKIN'
Celalettîn Tuylu hevserê Sarigul Tuylu ya di 10'ê Cotmehê de li Enqereyê hat qetilkirin diyar kir, ji bo darizandina berpirsyarên komkujiya Enqereyê, ew têdikoşein. Tuylu bibîr xist, ku weke kesên xizmên wan di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane wan Komeleya Piştgiriyê ya 10'ê Cotmehê ava kirine û ji hingî ve hewl didin bi hev re tevbigerin. Tuylu got, "Eger em li vî welatî hemû bi hev re dijîn, bi hev re dimirin, wê demê em ê vî gelî bi hev re rakin ser piyan û bi hev re li edaletê bigerin." Tuylu got, "Em hêzê ji hevrêyên li kêleka xwe digirin. Em ê heta dawiyê daxwaza edaletê bikin."
'EDALET JI BO PIRSÛSÊ, EDALET JI BO HER KESÎ'
Dogûkan Unlu ku di 20'ê Tîrmehê de xwişka wî Polen Unlu li Pirsûsê hat qetilkirin, bal kişand ser komkujiya li bajarê Orlando yê DYE û got, "Ez ji malbatên kesên hatine qetilkirin re sersaxiyê dixwazim. Em êşên wan parve dikin. Komkujiya Orlando û komkujiya bi serê me de hat dişibin hev." Unlu da zanîn, biryara nepenîtiyê ya li ser lêpirsîna komkujiya Pirsûsê dewam dike, ti pêşketin nîne û got, "Serlêdanên me yên ji bo darizandina karmendên dewletê, bê encam man. Bi tenê li hemberî Midûrê Emniyetê yê Navçeya Pirsûse doz hat vekirin. Ya ku bi salan e em dibînin, lîstikeke şano ye. Li hemberî berpirsyarên sereke yên komkujiyê, lêpirsîn jî nayê vekirin... Em bi bê edaletiyeke mezin re rû bi rû ne.
Unlu ragihand, ji bo pêkhatina edaletê divê ew têkoşîneke hevpar bimeşînin û diyar kir, divê ew weke malbatên daxwaza edaletê dikin, xwe bigihînin bi mîlyonan mirovî.
Unlu got, "Ji bilî hevgirtinê ti şensekî me nîne. Girîng e me têkoşînê bi hev re mezin bikin."
Unlu kampanya SGDF a bi navê "Edalet ji bo Pirsûsê, edalet ji bo her kesî" bibîr xist û diyar kir, weke malbat we parçeyek ji vê kampanyayê ne. Unlu got, "Weke malbatên Pirsûsê em dixwazin bi her kesên edaletê dixwazin re bicivin. Em dixwazin kesên li edaletê dibigerin li hev bicivînin. Ez ji bo dema pêş bi hêvî me. Têkoşîna me ya edaletê wê bi ser bikeve. Ez di wê baweriyê de me ku wê hesabê vê komkujiyê were pirsîn."