Di serdegirtina malan de gelek ESP'yî hatin binçavkirin

Hêzên dewleta Tirk li Stenbolê bi malên endamên ESP'ê de girtin. Di serdegirtinan de 13 endamên ESP'ê hatin binçavkirin.

Hêzên dewleta Tirk li Stenbolê bi malên endamên ESP'ê de girtin. Di serdegirtinan de 13 endamên ESP'ê hatin binçavkirin.

Polîsan li gelek navçeyên Stenbolê bi ser malên endamên ESP'ê de girtin. Di serdegirtinan de tevî Berdevka Meclisa Jinên Sosyalîst (SKM) Pinar Turk gelek ESP'yî hatin binçavkirin. Hat diyar kirin polîsan di ser mala Berdevka Giştî ya SKM'ê Fadîme Çelebî ya li Alîbeykoyê de jî girtiye. Li gorî agahiyan, der barê Çelebî de biryara binçavkirinê hatiye derxistin, lêgerîna li malê bi dawî bû. Rêveberê ESP'ê yê bajêr Alî Haydar Keleş jî di serdegirtina malê ya Uskudarê de hat binçavkirin, lêgerîna li mala wî jî bi dawî bû. 

Li gorî agahiyan di serdegirtina li taxa Geziyê de jî endamên ESP'ê yên bi navê Mehmet Salih Çekîm, Denîz Çokgul, Alîcan Albayrak, Sîdar Balsever, Huseyîn Şahîn, Adar Temel, Taner Taş û Aykut Kablan hatin binçavkirin. Di serdagirinên li Arnavutkoy de jî endamê ESP'ê Ferhat Karakaya hat binçavkirin, her wiha li Kartalê jî Emrah Gortaş hat binçavkirin.