35 akademîsyenên aştîxwaz ji kar hatin derxistin

Serokê Giştî yê Egîtîm-Senê Karaca da zanîn, 35 akademîsyenên aştîxwaz ji kar hatine derxistin.

Sendîkaya Kedkarên Zanistî û Perwerdeyê (Egîtîm-Sen), li ser zextên li akademîsyenên li dijî şerê li Kurdistanê derketin, zextên li zanîngehan û lêpirsînên hatine destpêkirin, civîneke çapemeniyê lidar xist.

Di civîna li Taksîm Hîll Otelê de Serokê Giştî yê Egîtîm-Senê Kamûran Karaca û akademîsyen amade bûn. Karaca di axaftina xwe ya li civînê de diyar kir, bilêvkirina daxwaza aştiyê sûc nîne û bal kişand ser lêpirsînên hatine vekirin. Karaca da xuyakirin, erêkirina polîtîkayên şer sûcê herî giran ê li dijî mirovahiyê ye û ragihand, hewl hat dayîn dadgerî di çarçoveya xala 301. de li hemberî akademîsyenan bikeve nava tevgerê.

'LÊPIRSÎN NEHIQÛQÎ YE; DIVÊ NEYÊN ŞOPANDIN'

Karaca da xuyakirin, lêpirsîna ji aliyê Serdozgariya Komarê ya Stenbolê ve hatiye vekirin nehiqûqî ye û anî ziman, ew li bendê ne dozgerî derhal biryara neşopandinê bide. Serokê Giştî yê Egîtîm-Senê Karaca ragihand, heta niha bi giştî 11 akademîsyen bi hin bahaneyan ji zanîngehên cemaweriyê hatine derxistin û di encama dozên hatin vekirin de bi biryara dadgeriyê karê 2 akademîsyenan lê hatiye vegerandin.

Karaca ragihand, ku hemû dersên Prof. Dr. Şermîn Onder Kulahoglû yên li Zanîngeha Ûlûdagê jê hatine standin, ji Zanîngeha Akdenîzê destûr ji teza lîsansa bilind a bi mijra aştiyê ya bi şêwirmendiya Prof. Dr. Gulser Oztûneli Kayir ve bê meşandin nehatiye dayîn û ji Zanîngehên Yildiz Teknîk û Stenbolê yên mora xwe danîne binê danezana aştiyê, li nava jûriyan nehatine bicihkirin.

Kamûran Karaca diyar kir, li zanîngehên weqfan jî bi giştî 26 akademîsyen ji ber mora xwe danîne binê danezana aştiyê, ji kar hatine derxistin.