DAIŞ'ê mirovên sivîl ji xwe re kirine mertal

Hejmara mirovên ji ber Operasyona Fellûceyê ya artêşa Iraqê ji bajêr reviyan, zêde dibe. Mirovên li bajêr man e jî, ji aliyê DAIŞ'ê e weke mertal tên bikaranîn.

IOM diyar kir, ji 22'ê Gulanê û vir ve zêdeyî 43 hezar sivîl ji herêma şer reviyan e. Tê gotin, bi qasî 50 hezar sivîlên li bajêr man e jî tî û birçî ne.

Operasyona Rizgarkirina Fellûceyê ji aliyê bi deh hezaran leşkerî ve tê meşandin. Sivîlên çete dixwazin wan weke mertalên zindî bi kar bînin, ji herêma dorpêçkirî direvin. Li gorî daneyên Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) ji 22'ê Gulanê û vir ve 7 hezar 300 sivîl ji navenda Fellûce û taxên li derdorê reviyan e herêmên din.

Li gorî saziya alîkariyê ya bi navê Norwegîan Refûgee Coûncil (NRC) a li herêmê dixebite, ji bo sivîlên dixwazin xwe ji şer biparêzin yekane rêya revê Çemê Firatê ye. NRC bi daxuyaniyekê ragihand, di dema hewldana revê de gelek kes di Çemê Firatê de xeniqîne û li bajêr jî drameke mezin a însanî heye.

Li gorî Koordînatora Alîkariya Însanî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Lîsa Grande jî, li bajêr hînê bi qasî 50 hezar sivîl hene. Grande bal kişand ser gotinên sivîlên ji bajêr reviyan e û da zanîn, çeteyên DAIŞ'ê sivîlan weke mertal bi kar tînin.

Li aliyê din, li bajarê ku pirsgirêka xwarinê lê heye, buhayê gelek madeyên xwarinê gelekî zêde ye. Komeleya Alîkariyê ya ji Norwêcê NRC agahiyên xwe spart sivîlên ji bajê reviyan e û diyar kir, kîloyek birincê di navbera 50-60 dolarî de ye. Ava vexwarinê jî kêm ye.

Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ya NY (IOM) jî ragihand, ji sala 2014'an û vir ve hejmara mirovên li Iraqê ji cih û warên xwe bûne gihaştiye 3,3 mîlyonî. Ji bo sivîlên ji bajarê Fellûceyê reviyan e, 8 kampên penaberan hatin avakirin. Plan tê kirin, hin kampên din jî werin avakirin.