Demîrtaş bi Nûnera Polîtîkayên Derve ya YE Mogherînî re civiya
Heyeta ku di serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş de li Brukselê hevdîtinên ji asta bilind li dar xistin. Heyetê, bi Nûnera Polîtîkayên Derve ya YE’ê Mogherînî re civînek li dar xist.
ANF
BRUKSEL
çarşem, 15 pûşperê 2016, 17:57
Hevserok Selahattîn Demîrtaş, Wekîlên HDP’ê Leyla Bîrlîk û Hişyar Ozsoy li gel Nûnerê HDP’ê yê Ewropayê Eyyup Dorû re li Brukselê rêzehevdîtinên dîplomatîk li dar xistin.
Heyeta ku roja Sêşemê ji aliyê Raportora PE ya Tirkiyeyê Katî Pîrî ve hatî dawetkirin, roja Çarşemê bi Nûnera Bilind a Polîtîkayên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federîca Mogherînî re civiya.
Mogherînî, bi taybet rakirina destlênedayînê û bûyerên pêk tên ji Demîrtaş guhdar kir. Parlamenter Hişyar Ozsoy ê ku beşdarî civînê bibû diyar kir ku di civînê de behsa şerên li Tirkiyeyê û rakirina destlênedayîna parlementeran kirine.
Ozsoy da zanîn ku têkildarî demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û mijara pirsgirêka Kurd de fikarên xwe anîne ziman, Mogherînî jî diyar kiriye ku wê van mijaran bi baldarî bişopînin.
Heyeta HDP’ê, piştî nîvro bi Serokê Koma Çep a Ewropa (DÛE/NL) Babrîel Zîmmer re civiya. Hevdîtina ku li avahiya parlementoyê hate lidarxistin ji çapemeniyê re girtî bû.
Lê, di destpêka hevdîtinê de Zîmmer spasiya ji bo heyeta HDP’ê ya ku li Brukselê dimîne anî ziman. Zîmer diyar kir ku li dijî rakirina destlênedayîna wekîlên HDP’ê, wê çawa gavên saxlem bavêjin jî hatine gotûbêjkirin.
Wê heyeta HDP’ê di saet 18:00’an de bi Serokê Parlementoya Ewropayê Martîn Schûlz re jî hevdîtinekê pêk bîne.
Demîrtaş roja Înê, destpêkê wê di Konseya Serokatiya Partiya Sosyalîst de baxive. Piştre, piştî nîvro di saet 14:00’an de bi Komîserê Berpirsê Pêşketinên YE’yê Johannes Hahn re bicive.