Demîrtaş bi Schûlz re civiya

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Salahattîn Demîrtaş û heyeta li gel, bi Serokê Parlamentoya Ewropayê Martîn Schûlz re civiya.

Heyeta ku di pêşengtiya Hevserokê Giştî Selahattîn Demîrtaş de ji Wekîlên HDP’ê Leyla Bîrlîk û Hişyar Ozsoy,  Nûnerê HDP’ê yê Ewropayê Eyyup Dorû pêk dihat, bi Schûlz re li Parlamentoya Ewropayê hevdîtin pêk anî.

Beriya hevdîtinê, rê hate dayîn ku rojnamavan dîmenan bikişînin. Civîna di navbera heyeta HDP’ê û Schûlz de ji çapemeniyê re girtî dewam kir.

Demîrtaş beriya roja Pênçşemê wê li Konseya Wezîrên Partiya Sosyalîst a Ewropayê baxive. Piştre, pîştî nîvro di saet 14:00’an de wê bi Komîserê Berpirsê Pêşketinên YE’yê Johannes Hahn re bicive.

Roja Înê jî tê payîn ku li Strasboûrgê hevdîtinên dîplomatîk ên bi Konseya Ewropayê re bidomîne.