Di operasyonên qirkirina siyasî de li Enqereyê gelek HDP'yî hatin binçavkirin

Polîsên Tirk li Enqereyê avêtin ser malan û gelek kes binçav kirin, ku di nav de rêveberên HDP'ê jî hene.

Desthilatdariya AKP/Qesrê opeasyonên xwe yên qirkirina siyasî yên li dijî mûxalîfan dewam dike. Yek ji navendên ku îro operasyon lê hat meşandin, Enqere bû.

Polîsên Tirk li Enqereyê avêtin ser malan û gelek kes binçav kirin, ku di nav de rêveberên HDP'ê jî hene.

Kesên hatine binçavkirin ên navên wan hatine hînbûn, ev in:

"Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Atiye Eren, endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Bulent Dûrûkan, rêveberê HDP'ê yê bajêr Nîhat Îldan, endamên HDP'ê Yildiz Bahçecî, Şerîf Otî, xebatkarê navenda giştî ya HDP'ê Fahrî Yalçin, endamê HDK'ê Huseyîn Gevher, Hevseroka DBP'ê ya taxa Yenî Kadriye Ozgan, rêvebera Komeleya Elewiyan a Demokratîk li Enqereyê Sevgî Kîşîn Sazan, Hevserokê Komeleya Rojava Şaxê Enqereyê Arîf, Seroka TUHADFED'ê Havva Ozcan, Sekretera BES'ê Şaxê Jinan Denîz Akil, Sekreterê Egîtîm-Sen Şaxê 2. Mazlûm Bîrcan û endamê BES'ê Ciwan Yildirim."