Têkildarî Med Nûçe pêşniyar pirsek pêşkêşî Parlamenta Îtalyayê hat kirin
Ji bo televîzyona Med Nûçe ku şîrketa Fransayê Eutelsaetê roja 3'ê Cotmehê weşana wê sekinand, pêşniyar pirsek pêşkêşî Parlamenta Îtalyayê hat kirin.
Ji bo televîzyona Med Nûçe ku şîrketa Fransayê Eutelsaetê roja 3'ê Cotmehê weşana wê sekinand, pêşniyar pirsek pêşkêşî Parlamenta Îtalyayê hat kirin.
Parlamenterên PD Sandra Zampa û Marîetta Tîdeî pêşniyar pirs dan û hikûmetê xwestin, girtina televîzyoneke li Îtalyayê legal e û li Belçîkayê weşana xwe dike, rave bike.
Di pêşniyar pirsê de ev pirs li hikûmetê hat kirin: "Televîzyoneke legal ku ofîseke xwe li welatê me heye, weşana wê hat birîn. Li dijî vê yekê, weke hikûmet hûn ê ji bo azadiya çapemeniyê gavên çawa bavêjin?"
Di pêşniyar pirsê de işaret bi sedemên siyasî yên birîna weşana televîzyonê hat kirin û hat ragihandin, bi vî rengî zext li saziyên çapemeniyê yên li Tirkiyeyê tê kirin.