Însyatîfa Malbatên Pirsûsê, kampanyaya piştgiriyê ya bi Şirnexêre da destpê kirin
Însyatîfa Malbatên Pirsûsê, ji bo piştgiriya bi gelê Şirnexê re kampanyayek di bin navê “Li Malên Bi Hêvî Roj Nu Lê Hil bibe” da destpê kirin.
Însyatîfa Malbatên Pirsûsê, ji bo piştgiriya bi gelê Şirnexê re kampanyayek di bin navê “Li Malên Bi Hêvî Roj Nu Lê Hil bibe” da destpê kirin.
Însyatîfa Malbatên Pirsûsê, ji bo berpirsên faîlên kesên ku di qetlîama 20’ê Tîrmeha 2015’an li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dayîn bê darezandin, lêgerîna edaletê di 15’emîn meha xwe de li ser Rêya Halît Aga ya li Kadikoyê daxuyaniya çapemeniyê da. Di çalakiya ku bi pankarta “Bila dilê me ji bo edaletê lêbixe” vekirn de, dowîzên “Îstixbarat li holêye edalet li kû ye” hatin hilgirtin û dirûşma “Wê hesabê Pirsûsê bê xwestin” hatin qîrkirin. Di daxuyaniyê de gaziyên Pirsûsê, malbatên kesên ku di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dabûn û gelek kes beşdar bûn.
Daxuyaniya Çapemeniyê li ser navê Însyatîfa Malbatên Pirsûsê ji aliyê Hacer Încî ve hate dayîn. Încî diyar kir ku her 20’ê mehê banga edaletê dikin û ev 15 heyv in biryara veşartinê li ser dosyaya qetlîamê nerabûye, daxwaz dikin ku faîl û berpirsên qetlîamê bên darezandin.
Încî wiha got: “Di serî de ji bo Malbatên Enqere, Malbatên Gaziyan, Dayîkên Aştiyê, Dayîkên Aştiyê lêgerîna edaletê dibêjin ‘Ji bo her kesê edalet.’ Niha jî ji bo xwedî li gelê Şirnexê yên di bin konan de, derbaskirina bêdawîstiyên wan alîkarî kom dikin.”
Încî destnîşan kir ku li ser navê endam Federasyonha Komeleya Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Guneş Erzurumoglû ya ku di qetlîama Pirsûsê de bi birîndar rizgar bû û êdî nikare lingê xwe bikar bîne Kampanyayek di bin navê “Li Malên Bi Hêvî Roj Nu Lê Hil bibe” dane destpêkirin, ji bo piştgiriya bi gelê Şirnexê re kampanyaya xwe radigihînin, banga piştgiriyê dikin.
Çalakî bi çalakiya rûniştinê ya “33 deqeyan” ve bi dawî bû.