Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku yên di sala 2014'an de pêşî li êrîşên DAIŞ'ê yên li dijî Êzidiyan girtin HPG, YPG/YPJ bûn û hat destnîşan ku hêzên hingî li Şengalê bûn, gel di nava komkujiyê de hiştin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Rêber Apo hebûna Êzidiyan rastiya Êzidiyan parast û ji Kurdistan û cîhanê re vegot. Êzidiyan xwe spartin vê felsefeyê û li Şengalê xwe birêxistin kirin."
Daxuyaniya Meclîsê wiha dewam kir: "Hevkariya PDK û AKP wê êdî nikaribe vê vînê tine bkie. Em di roja 4. a operasyona Mûsilê de ne. Sedema hebûna AKP'ê ya li Başîka, alîkariya ji bo DAIŞ'ê ye. Armanca PDK û AKP'ê yek e: Parçekirina Kurdistanê, têkbirina rêveberiya xweser a Êzidiyan û têkbirina vîna Kurdistanê.
Şengal wê vîna xwe biparêze. Gelê Şengalê, hêzên berxwedana Şengalê YBŞ û YJŞ, ji bo rizgarkirina keç, zarok û jinên dîl hatine girtin, wê di Operasyona Mûsilê de têbikoşin, ji ber ku berdêla herî giran gelê Şengalê daye. Ev têkoşîn mafê wan e."
'PKK GELAN DIPARÊZE'
Di daxuyaniya Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat de hat ragihandin, Êzidî ji bo şer û aştiyê amade ne û hat gotin, "Em amade ne axa xwe biparêzin. Nêzîkatiyên li dijî PKK'ê tên kirin şaş in. PKK rêxistineke ku biratî, wekhevî û baweriya hemû gelan diparêze. Me ev yek li Şengalê dît. (...) Êdî PKK'ê nas bikin. PKK rêxistneke ku demokrasî, biratî û wekheviyê diparêze. Divê Ewropa û welatên din vê nas bikin. Divê zanibin ku PKK xwedî li Êzidiyan, gel û baweriyên din derket."