Li Kolnê êrîşên dewleta Tirk a li dijî Rojava hate protestokirin
Kurdistaniyên ku li bajarê Koln ê Elmanyayê li hev civiyan, qetlîam û bomberdûmana artêşa Tirk a li Rojava û Bakurê Sûriyeyê şermezar kir.
Kurdistaniyên ku li bajarê Koln ê Elmanyayê li hev civiyan, qetlîam û bomberdûmana artêşa Tirk a li Rojava û Bakurê Sûriyeyê şermezar kir.
Piştî êrîşên dewleta Tirk gelek Kurd herikîn ber stasyona trenê ya navenda Kolnê.
Çalakvanan ku pankartên piştgiriya Rojava û Sûriyeyê hildan, dirûşmeyên “Terorîst Erdogan”, “Terorîst Tirkiye” berz kirin. Tevî barana zêde jî çalakger diherikin qadê û banga çalakiya lezgîn li tevahî beşên civakê kirin.