Saziyên navneteweyî xwestin 'Rewşa Awarte' ya AKP'ê bê rakirin

26 saziyên civaka sivîl a navneteweyî dan xuyakirin, ku AKP hewl dide dengê mûxalîfan bibire û xwestin Rewşa Awarte were rakirin.

26 saziyên civaka sivîl a navneteweyî, ku Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan û Yekîtiya Nivîskaran PEN jî di nav de ne, ji bo rakirina Rewşa Awarte û Biryarnameyên bi Hukmê Qanûnî, belavokeke hevpar weşandin.

Belavok bi sernavê "Bila Rewşa Awarte û Biryarnameyên li Tirkiyeyê mafên mirovan binpê dikin werin rakirin" hat weşandin. Di belavokê de hat gotin, "Rewşa Awarte çend roj berê hat dirêjkirin. Erkên ku meqamên Tirkiyeyê di nava sê mehên derbasbûyî de bi rengekî berfireh û bêsînor di çarçoveya Rewşa Awarte de bi kar anîn, ji ber ku zerarê didin serweriya hiqûqê û gefê li mafên mirovan dixwin, em gelekî jê bi fikar in."

Di belavokê de bang li hikûmeta Tirkiyeyê hat kirin, ku tedbîrên Rewşa Awarte yên li berpirsyariyên mafên mirovan nayên, rake û hat bibîrxistin, ku di nava sê mehên destpêkê yên Rewşa Awarte de gelek kes hatin binçavkirin, girtin. Saziyan dan xuyakirin, ku Rewşa Awarte ji bo bêdengkirina dengên mûxalîf tê bikaranîn.

Her wiha bang li Yekîtiya Ewropa, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û saziyên mafên mirovan ên navneteweyî hat kirin, ku bi rengekî vekirî, binpêkirina mafên mirovan ên di nava Rewşa Awarte de tên kirin, şermezar bikin.

SAZIYÊN MORA XWE DANÎNE BINÊ BELAVOKÊ

Amnesty International
Human Rights Watch
PEN International
Association of European Journalists
Canadian Journalists for Free Expression
Committee to Protect Journalists
Danish PEN
English PEN
Ethical Journalism Network
European Centre for Press and Media Freedom
European Federation of Journalists
Fair Trials
German PEN
Global Editors Network
Index on Censorship
International Media Support
International Press Institute
IREX Europe
My Media
Norwegian PEN
Norwegian Press Association
PEN America
Reporters Without Borders
Swedish PEN
Wales PEN Cymru