Tecrîd li Rennesê bi çalakiya rûniştinê hat şermezarkirin
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Rennes ê Fransayê li hev civiyan, çalakiyeke rûniştinê pêk anîn û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Rennes ê Fransayê li hev civiyan, çalakiyeke rûniştinê pêk anîn û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Çalakiya rûniştin bi pêşengiya Komeleya Jinê ya Zîn li Place de la Maîrîe pêk hat û bi qasî 100 kes tevlî bûn.
Çalakiyê saet di 17'an de dest pê kir. Çalakgeran xwestin Ocalan azad bibe û zextên li ser medya Kurd û girtina televîzyonên Kurd ji aliyê Eutelsatê ve, şermezar kirin.
Di çalakiyê de dirûşmên "Lîbarez Ocalan", "Bê Serok jiyan nabe", "DAIŞ Terorîste Erdogan Compîce" hatin qîrîn û gelek belavok hatin belavkirin.