Altûn û Bûcak bal kişandin ser zextên li Şaredariyên Kurdan tên kirin
Hevşaredara Dersîmê Nûrhayat Altûn û endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak tevlî civînek li Strasboûrgê bûn û zextên li rêveberiyên herêmî tên kirin, ji gel re vegotin.
ANF
STRASBOÛRG
în, 21 kewçêrê 2016, 07:20
Hevşaredara Dersîmê Nûrhayat Altûn û endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak, ku ji bo tevlî rûniştinên Kongreya Rêveberiyên Herêmî ya Konseya Ewropayê bibin hatin Strasboûrgê, li ser zextên li rêveberiyên herêmî tên kirin agahî dan gel.
Altûn û Bûcak li civîneke gel axivîn ku ji aliyê Meclîsa Civaka Demokratîk a Kurd li Strasboûrgê û Tevgera Jinê Zîn ve hat lidarxistin. Altûn û Bûcak bal kişand ser operasyonên bi navê 'lêpirsînê' yên AKP li dijî şaredariyên Kurdan dimeşîne û bi rêya qeyûm şaredariyan desteser dike.
Nûrhayat Altûn li ser xebatên Şaredariya Dersîmê agahî da Kurdistaniyên li vî bajarî dijîn û işaret bi girîngiya xebatên li gorî daxwazên gel tên meşandin, kir.
Altûn da zanîn, hikûmeta AKP'ê û dewlet nikarin xwe li xwerêveberiya gele Kurda rabigirin, lewma timî zextan dikin û bibîr xist, ku Wezareta Karên Hundir hîn bêhtir mufetîşan dişîne şaredariyên wan. Altûn anî ziman, mufetîşên ku ti qisûra wan nedîtine, raporên kar ên beriya 15 salan jê xwestine û jê re gotine 'çi dibe bila bibe em ê qisûrekê bibînin'.
Hevşaredar Altûn da xuyakirin, ku bi hezaran mamosteyên li Kurdistanê dixebitin di çarçoveya pêkanînên Rewşa Awarte de ji kar hatine derxistin û destnîşan kir, ku ew ê li ber vê yekê rabin.