Bîlîcî: Îşkenceyek ji ya 12'ê Îlonê girantir li girtiyan tê kirin
Serokê Şaxê ÎHD'ê yê Amedê Bîlîcî destnîşan kir, îşkenceya ji ya serdema 12'ê Îlonê girantin li girtîgehan tê kirin û got, azadî û mafên bingehîn hatine betalkirin.
Serokê Şaxê ÎHD'ê yê Amedê Bîlîcî destnîşan kir, îşkenceya ji ya serdema 12'ê Îlonê girantin li girtîgehan tê kirin û got, azadî û mafên bingehîn hatine betalkirin.
Serokê Şaxê Amedê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Racî Bîlîcî rewşa heyî ya li girtîgehan ji ANF'ê re nirxand.
Bîlîcî da xuyakirin, ku bi ragihandina Rewşa Awarte re, pêkanînên xerab û îşkenceya li girtîgehan zêde bûne.
Bîlîcî got, "Dewleta ku bi mejiyê tolhildanê nêzîk dibe, li gorî qanûnên xwe û peymanên navneteweyî yên mora xwe daniye binî tevnagere, azadî û mafên bingehîn ên li welêt betal kiriye û welat xistiye nava pêvajoyeke ku teamûlên demokratîk lê nînin."
Bîlîcî ev nirxandin kir: "Cihê ku ev bêhiqûqî bi rengekî vekirî lê tê kirin, girtîgeh e. Yek ji mînakên vê yekê jî ewe ; li girtîgehên ku cihê 180 hezar kesî hene, niha bi qasî 200 hezar kes lê tên girtin. Li aliyê din em pê dizanin, ku astengkirina hevdîtina bi malbatê re, lêdan, nedayîna pirtûk, rojname û kovaran, sirgûn, cezayê hucreyê, neşandina doktor û gelek pêkanînên din ên xerab tên kin. Tenê di 9 mehên destpêkê yên sala 2016'an de 191 kes li binê çavan û girtîgehê bûn hedefa îşkence, nêzîkatiyên biçûkxistina rûmeta mirovan û pêkanînên xerab. 788 caran mafên mirovan hatin binpêkirin, 48 caran mafê tedawîkirinê, 11 caran mafê hevdîtina bi malbatê re hatin binpêkirin, 31 caran tecrîd û îzolasyon, 55 caran cezayê dîsîplînê hatin ferzkirin, 46 caran mafê agahîdayîn û wergirtinê hat binpêkirin, 6 caran lêpirsîn hatin vekirin û 22 caran mafên din ên hatin binpêkirin. Ev encam, li gorî agahiyên bi rêya malbatan û parêzeran gihîştine ber destê me. Lê ev yek, beşeke biçûk a hejmara rastîn e."
'ÎŞKENCE PIŞTÎ BINÇAVKIRINÊ LI QEWÎŞÊ JÎ DEWAM DIKE'
Bîlîcî gotina "qaşo parêzvanên mafên mirovan" a Parlamenterê AKP'ê û Serokê Komîsyona Lêkolînkirina Girtîgehan Mehmet Metîner bibîr xist û anî ziman, ku vî şexsî ew hedef kirine hedef. Bîlîcî got, "Ev şexs, qebûl nake ku îdîayên îşkenceyê yên li endamên FETO yan jî girtiyên siyasî yên li girtîgehan bên lêkolînkirin. Di ser re me dike hedef. Ev helwest bi xwe, mikurhatin e."
Serokê Şaxê Amedê yê ÎHD'ê Bîlîcî destnîşan kir, ku yek ji girîntirîn pirsgirêkên welêt, îşkenceya li girtîgehan e û wiha dewam kir: "Tê gotin, îşkenceyek ji ya serdema 12'ê Îlonê girantir tê kirin. Weke parêzvanên mafên mirovan em dixwazin ev îdîa ji aliyê heyetên serbixwe ve bê lêkolînkirin. Eger rewşeke bi vî rengî hebe wê eşkere bibe, nebe jî wê dewlet bêguneh be. Ne tenê li binê çavan, piştî binçavkirinê li qewîşan jî gardiyan bi rengekî biçûkxistina rûmeta mirovan tevdigerin, şîdeta psîkolojîk û fîzîkî dikin û îşkenceyê li girtiyan dikin."
'NAHÊLIN LÊKOLÎN WERE KIRIN'
Bîlîcî da zanîn, ne tenê li girtîgehan li derve jî mirov di nava rewşeke nearam û bi fikar de ne û got, "Rêbazên fîzîkî û psîkolojîk tên bikaranîn; mirov di nava rewşeke bi fikar de ne. Ji ber ku garantiyeke civakî, aborî, siyasî û jiyanî nîne, rewşeke bi vî rengî derketiye holê. Lewma em bang li hikûmetê dikin; ji bo qedandina vê rewşa bêhiqûqî û ne ewle, bi parêzvanên mafên mirovan re hevkariyê bike. Em weke endamekî saziyên mafên mirovan ên navneteweyî, dizanin ku ji rewşa li girtîgehan heta zexta li ser çapemeniyê, astengiyên li pêşiya azadiya ramanê û derxistina kedkarên cemaweriyê ji kar, lêkolînkirina gelek mijarên li Tirkiyeyê tê astengkirin."