KOMAW: Em xwedî li Med Nûçe û Newroz TV derkevin
KOMAW'ê bang li gel kir ku xwedî li televîzyonên Med Nûçe û Newroz TV derkeve.
KOMAW'ê bang li gel kir ku xwedî li televîzyonên Med Nûçe û Newroz TV derkeve.
Saziya Malbatên Şehîd û Windayan li Ewropayê (KOMAW) li ser girtina televîzyonên Kurd û mûxalîf ên bi ferman AKP/Qesrê hatin girtin, daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniya nivîskî de hat bibîrxistin, rojnameya Ozgur Gundemê, TV 10, Zarok TV jî hatine girtin û hat gotin, "Faşîzma Erdogan dixwaze tirsê berde dilê civakê. Girtina Zarok TV nîşan dide ku faşîzma AKP'ê ji zarokên me jî ditirse."
KOMAW'ê da zanîn, Erdogan bi şîrketa Eutelsatê re tifaq kiriye û bi vî rengî televîzyonên Med Nûçe û Newroz TV girtine û wiha dewam kir: "Med Nûçe û Newroz TV rûyê ronî yê rastiyê û dengê bilind ê xeta berxwedanê ya têkoşîna azadiyê ye."
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Li dijî darbe û hevkariya dewleta Tirk a faşîst bi Eutelsatê re em hîn bêhtir xwedî li Med Nûçe û Newroz TV derkevin û serî li ber faşîzma Erdogan netewînin."
KOMAW'ê ji bo çalakiya nobedê ya bi vê armancê were lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
Li ser cih û dema çalakiyê ev agahî hat dayîn:
"Dema çalakiyê: 21'ê Cotmehê 2016 / În
Saet: 11:00
Navnîşan: Universitat str. 71 50931
Kurdistanî û dostên li bajarên Koln, Bonn, Dusseldorf, Dûîsbûrg, Essen, Dortmûnd û derdora van bajaran wê tevlî çalakiyê bibin."