Êrîşên li ser Rojava tên protestokirin: Kujer Erdogan!

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.

OSLO

Kurdistaniyên li paytexta Norwecê Osloyê, êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rojava hat protestokirin.  Girseya ku li pêşiya stasyona trenê li hev civiya, alên YPG-YPJ’ê bilind kir û dirûşmên "kujer Erdogan" û " Terorîst Tirkiye" qîriya. Nivîkar û dostê Kurdan parlamenterê berê yê Norwêcê Erlîng Flokvord li çalakiyê axivî, êrîş şermezar kir û bêdengiya hikûmeta Norwêcê jî rexne kir.

MUNCHEN

Kurdistaniyên ku li pêşiya şaredariya bajarê Munchen ê Elmanyayê hatin gel hev, alên PYD, YPG-YPJ’ê bilind kirin. Girseya ku belavokên li ser şermezarkirina êrîşan belavkirin, diyar kirin ku di van êrîşên dewleta Tirk de berpirsiyartiya hêzên navnetewî jî heye. Her wiha çalakiya li dijî biryara Eutelsatê ya sekinandina weşana Med Nûçe TV’yê, piştî 4 rojan bi dawî bû. 

PARÎS

Dewleta Tirk li paytexta Fransayê Parîsê hat protestokirin. Kurdistaniyên ku li Navenda Civaka Demokratîk ya Kurd hev kom bûn, li vir êrîşên dewleta Tirk li dijî Rojava protesto kirin. 

Girseya gel nerazîbûn nîşanî bêdengiya çapemeniya Fransayê da û ber bi avahiya Ajansa France Presse (AFP) ve meşiya. 

Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa  "Dewleta Tirk Rojava bomberdûman dike, Ewropa bêdeng e" hat vekirin û dirûşma "Kujer Erdogan, hevkar Ewropa" hat qîrîn.

Kurdistaniyan ji bo çalakiya roja Şemê saet di 15.00 de li pêşiya seferatxaneya Tirk bê lidarxistin banga tevlîbûnê kirin.

Dem û cihê çalakiyê:
Metro: 6 
Durak: Passy 
Saet: 15.00

...