KCDK-E: Em li dijî dagirkeriyê, dewleta Tirk a mêtinger rabin ser piyan

KCDK-E: Li ser esasê protestokirin û hişyarkirina dewleta Tirk a dagirker, di serî de li dijî sefaretxaneyên Tirk, divê gelê me nerazîbûnên xwe yên demokratîk deyne holê.

KCDK-E, destnîşan kir ku dewleta Tirk di çarçoveya plana dagirkirina Rojava de ji bo armancên xwe yên mêtinger pêk bîne êrîşên xwe zêde kirin û wiha got; “Li ser esasê protestokirin û hişyarkirina dewleta Tirk a dagirker, di serî de li dijî sefaretxaneyên Tirk, divê gelê me nerazîbûnên xwe yên demokratîk deyne holê.”

KCDK-E daxuyaniyek nivîskî weşand û wiha got; “Dewleta faşîst a Tirk ku li dijî gelê Kurd dest bi şerekî topyekun kiriye, di çarçoveya plana dagirkirina Rojava de ji bo armancên xwe yên mêtinger pêk bîne êrîşên xwe zêde kirin.

Balafirên şer ên Tirkên mêtinger êrîş gundên Şehbayê kirin, 4 sivîl û 10 şervanên azadiyê qetil kirin, jiyangeh talan kirine. Ev êrîşên bi DAÎŞ’ê re mil bi mil tên lidarxistin, bê guman di serî de kantona Efrînê, hewldana dagirkirina Rojava ye. Êrîşek li dijî modela neteweya demokratîk e ku Rêber Apo pêşkêşî gelên Rojhilata Navîn kiriye. Dewleta Tirk a dagirker bi dagirkirina Rojava ve dixwaze têkoşîna azadiya gelê Kurd û destkeftiyên wê tine bike.”

KCDK-E destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ku ne xwedî ti pîvanên hiqûqî û exlaqî ye,  van giştî li ber çavên tevahî cîhanê pêk tîne û wiha dewam kir; “Çavê dewleta Tirk a ku desteka wê ya bi DAÎŞ’ê re bi her şiklî derketiye holê, sor bûye. Pêwîst e em xwînmijiya dewleta TC a mêtinger bibînin û têkoşînê mezin bikin.

Li dijî armancên dagirkirinê yên dewleta Tirk, di serî de tevahî Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê, divê tevahî tevgerên jin û ciwanan, hêzên çep, sosyalîst û demokratîk, dezgehên civaka sivîl û rêxistinên hiqûqê hestiyar bin û li her derê demildest derkevin qadan.

Li ser esasê protestokirin û hişyarkirina dewleta Tirk a dagirker, di serî de li dijî sefaretxaneyên Tirk, divê gelê me nerazîbûnên xwe yên demokratîk deyne holê.”