Kurdên li Marsîlyayê xwedî li televîzyonên xwe derketin
Kurdên li Marsîlyayê dijîn, girtina qenalên xwe yên televîzyonê şermezar kirin.
Kurdên li Marsîlyayê dijîn, girtina qenalên xwe yên televîzyonê şermezar kirin.
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, girtina televîzyonên Kurd bi hevkariya AKP-Eutelsatê, hat şermezarkirin.
Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan pêk hat û li vê derê daxuyaniyek hat xwendin. Di daxuyaniyê de operasyonên AKP'ê yên li dijî çapemeniya azad weke 'amadekariya qirkirinê' hat pênasekirin û hat gotin, şîrketa Eutelsatê jî şirîkê vê ye.
Çalakgeran xwestin, ev biryara nehiqûqî derhal bê betalkirin û lêborîn ji gelê Kurd bê xwestin.
Piştî daxuyaniyê, girseya gel ji navenda şîrketa Eutelsatê ya li Parîsê ye, nameyên ji bo şermezarkirinê şand.