Kongreya Rêveberiyên Xwecih û Herêmî ya Ewropayê, şaredariyên li Kurdistanê gotûbêj dike

Kongreya Rêveberiyên Xwecih û Herêmî ya Ewropayê wê îro şaredariyên ku li Kurdistanê ji wezîfeyên hatine kirin û girtin gotûbêj bike.

Şaredariyên ku li Bakurê Kurdistanê ji hêla dewleta Tirk bi qeyûman hatine desteserkirin di rojeva Kongreya Rêveberiyên Xwecih û Herêmî ya Ewropayê de ye.

Nîqaş wê îro saet 16.00’an bi serenavê “Rewşa Şaredariyên li Tirkiyeyê” bê nirxandin.

Di nîqaşê de ku wê li Desteya Giştî ya Kongreya Rêveberiyên Xwecih û Herêmî ya Ewropayê bê kirin, wê Hevşaredara Dersîmê Nûrhayat Altûn û ji Şaredariya Navçeya Kayapinar a Amedê Ayşe Serra Bûcak amade bin.

Di kongreyê de tevî nûnerên şaredarî û herêmên ên ji 47 welatên endamên Konseya Ewropayêû wê nûnerên HDP, AKP, CHP û MHP’ê jî cih bigrin.

Tê payin ku bi taybet êrîşên bi armanca îmhayê bi ser bajarên Kurdistanê hatine û tevahî pirsgirêkên xwecih û şaredariyan bikeve rojevê.