Li Sêrtê 18 kes hatin girtin, li Stenbolê 6 kes hatin binçavkirin
Di operasyonên qirkirina siyasî de ji kesên li Sêrtê hatin binçavkirin 18 kes hatin girtin. Li Stenbolê jî 6 kes hatin binçavkirin.
Di operasyonên qirkirina siyasî de ji kesên li Sêrtê hatin binçavkirin 18 kes hatin girtin. Li Stenbolê jî 6 kes hatin binçavkirin.
Li Sêrtê di 29’ê îlonê de li gelek taxan hêzên dewletê bi ser gelek malan de girtibû û piraniya wan ciwan 22 kes hatibûn binçavkirin. Piştî kar û barên li Midûriyeta Polîsan a Sêrtê 22 kesên binçavkirî duh derxistin edliyeyê. Seranserî rojê li dadgehê kar û barên îfadeyan berdewam kir. Ji 22 kesan 4 kes bi şertê “Kontrola edlî” hatin berdan û 18 kes jî bi îdaya “Endamê rêxistinê ne” hatin girtin. Navên kesên hatin girtin wiha ne: “Hasan Yel, Şiyar Tabu, Saît Ozbey, Mahmut Temel, Yakup Şalli, Bedrî Altinç, Fatma Kayar, Îsmaîl Kayar, Seyît Karahan, Mertoş Elik, Adem Şîlî, Dîndar Akan, Reşît Elçîçek, Yavuz Odumlu, Ayetullah Odumlu, Yakup Gündüz û navên du kesê nehat hînbûn. 18 kesên hatin girtin birin Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê.
STENBOL
Polîsên Tirk li qada Okmeydaniyê bi ser Komeleya Federasyona Ciwanan û Navenda Çandê ya Îdîlê de girtin. Di dema serdegirtinan de bi helîkopteran ve tax hatin dorpêçkirin û serê kolanan bi çekên giran ve hatin girtin. Her wiha Polîsên Tirk bi ser Mala Gel ya girtî de jî girtin.
Li Komeleya Federasyona Ciwanan û Navenda Çandê ya Îdîlê kesên bi navê ; Bahar Kurt, Ozur Gultekîn, Ulaş Încî, Gurkan Turkoglu, Ekîncan Polat û Eda Yaren hatin binçavkirin.
Di dema serdegirtinan de Polîsên Tirk Pîyano û Tembûr jî şikandin.