ROJANE
Hemû Nûçe
-
Kurdên li Ewropayê xwedî li Hevşaredarên xwe derketin
Binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, li gelek bajarên Ewropayê hate şermezarkirin. -
Li dijî binçavkirina Kişanak û Anli bertek zêde dibin
Binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û serdegirtina şaredariyê li bajarên Oldenbûrg, Dusseldorf, Hambûrg, Mannheîm û Saarbrucken ên Elmanyayê û Arnhem a Hollandayê hat protestokirin. -
Li dijî binçavkirina Kişanak û Anli nerazîbûn zêde dibin
Binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û her wiha serdegirtina şaredariyê li Ewropayê bi çalakiyan hat protestokirin. -
KCDK-E ji bo Amedê bang kir
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyan (KCDK-E) bang li gelê Kurd, dostên wan û hêzên demokrasiyê kir ku ji bo Amed û Rojava çalakiyan li dar bixin. -
Artêşa Iraqê bajarê Rûtbayê ji çeteyan paqij kir
Artêşa Iraqê da xuyakirin ku kontrola bajarê Rûtbayê bi temamî bi dest xistine. -
Li Dortmûnd û Kolnê ji bo Amedê çalakî
Êrîşên hikûmeta AKP’ê û dewleta Tirk a li dijî îradeya gelê Kurd li bajarên Koln û Dortmûnd ên Elmanyayê hat protestokirin. -
MSF: Li peravên Lîbyayê herî kêm 25 cenazeyên penaberan hatin dîtin
Rêxistina Doktorên Sînornenax (MSF) da xuyakirin ku di keştiyê de ku duh li peravên Lîbyayê hat rizgarkirin, cenazeyê herî kêm 25 kesî hatin dîtin. -
Dîe Lînke: Binçavkirina Hevşaredaran rêka dîktatoriyê ye
Li ser binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê, Partiya Çep a Elmanyayê daxuyanî da û got; “Ev gaveke ku ber bi dîktatoriyê ye.” -
Li Elmanya û Îtalyayê piştgirî dan Amedê
Li bajarê Dresden ê Elmanya û bajarê Roma yê Îtalyayê, ji bo Amedê çalakiya piştgiriyê li dar xistin. -
Biryara li ser doza Med Nûçe wê di 14'ê Mijdarê de eşkere bibe
Rûniştina doza li ser sekinandina weşana Med Nûçe li Dadgeha Bazirganiyê ya Parîsê pêk hat. Rûniştina li ser biryarê ji bo 14'ê Mijdarê hat taloqkirin. -
Di serdegirtinan de zêdeyî 40 kes hatin binçavkirin
Li Hatay, Amed û Rihayê, di operasyonên qirkirina siyasî de herî kêm 43 kes hatin binçavkirin. -
Li Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên li dijî darbeya AKP'ê
Binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hate şermezarkirin. Girseya gel mesaja "Vîna gel teslîm nayê girtin" dan. -
ÎHD: Bila jiyaneke din li me kêm nebe, girtiyên nexweş berdin
Komîsyona Girtîngehan a Navendî ya ÎHD'ê bi wesîleya 26'ê Cotmehê Roja Nexweşan a Cîhanê çalakiyek lidar xist. ÎHD'ê da xuyakirin, ku 905 girtiyên nexweş hene û ev bang kir: "Berî ku jiyaneke din ji me kêm bibe, girtiyên nexweş berdin." -
Balûken: Berxwedana bênavber dest pê kiriye
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken: Êdî berxwedanek bênavber dest pê kiriye. Wê bi daxuyaniyekê neqede. Heta ku operasyonên qirkirina siyasî biqedin, em ê li kolanan bin. -
Stenbol û Wan xwedî li Amedê derketin: Hûn ê nikaribin teslîm bigirin
Binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Kişanak û Anli li Stenbol û Wanê hate şermezakirin. -
Pêkhateyên HDP'ê bang kirin: Em bi hev re li ber AKP'ê rabin
Partiyên siyasî yên pêkhateyên HDP'ê nerazîbûn nîşanî binçavkirina Kişanak û Anli dan û diyar kirin, êrîş wê bi têkoşînê pûç bibin. Pêkhateyan gotin, "Li dijî Rewşa Awarte û êrîşên AKP'ê em banga têkoşîna hevpar dikin." -
'Hesabên li ser herêmê tên kirin, ne ji bo berjewendiyên gelan e'
Endamê Komîteya Rêvebe a Akademiyên KCK'ê Raûf Karakoçan bû mêvanê bernameya Çira Welat a Çira TV û rojev nirxand. -
HDP: Em ê teslîmî desthilatdariya Erdogan-AKP'ê nebin
HDP'ê nerazîbûneke tund nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli da. -
KNK: Girîng e gelê Kurd xwedî li şaredariyên xwe derkeve
Konseya Rêveber a KNK'ê diyar kir, girtina hevşaredaran êrîşa li ser vîna xweseriya demokratîk a gelê Kurdistanê ye û got, "Divê gelê Kurd û Kurdistanî xwedî li şaredarî, temsîlkar, destketî û çeperên xwe yên têkoşînê derkeve." -
Wekîlên Swêdî xwestin ger li Erdogan bê qedexekirin
Sê wekîlên Swêdî pêşniyarnameyeke hevpar pêşkêş kirin û xwestin danekirin liser Serokkomarê Tirkiyeyê R. Tayyîp Erdogan û wezîrên Hikûmeta Tirk were ferzkirin. -
Şehîdên Cotmehê li Gavle û Hannoverê hatin bîranîn
Li bajarê Gavle yê Swêdê û bajarê Hannover ê Elmanyayê, şehîdên meha Cotmehê hatin bîranîn. -
Dewleta Tirk li Stockholmê hate şermezarkirin
Dewleta Tirk a ku li Rojavayê Kurdistanê komkujiyan dike, li paytexta Swêd Stockholmê bi xwepêşandanekê hate şermezarkirin. -
HRW: Li girtîgehên Tirkiyê êşkence zêde bûne
Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan (HRW) têkildarî girtîgehên Tirkiyê raporek amade kir û hate ragihandin, êşkence zêde bûye û bi Rewşa Awarte re li welêt ‘atmosfera tirsê’’ serwer bûye. -
Bi hinceta Rewşa Awarte ev bû cara 49’an ku hevdîtina bi Ocalan re tê redikirin
Serlêdana hevdîtinê ya parêzên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nehate qebûlkirin. -
BBC nîşan da: Penaberên Sûriyê li Tirkiyê xwîna wan tê mijîn
Saziya weşanê ya Îngilîz bi dîmenan nîşan da ku xwîna penaberan li Tirkiyê, ku di nav wan de zarok jî hene, ji hêla markayên mezin ve bi navbeynkariya taşeronan têne mijtin. Marks and Spencer, Asos, Zara û Mango weke markayên xwînmij balê dikişînin.