Li Kolnê li pêşiya Şaxê Eûtelsatê daxuyaniya çapemeniyê

Çalakiyên protestoyê yên li dijî Eûtelsayê ya bi hevkariya dewleta Tirk a di necamên pilanên qirêj de weşanên Med Nûçe TV û Newroz TV reş kirin dewam dikin.

Di çalakiya îro ya daxuyaniya çapemeniyêk de Aslan axivî û wiha got: “Her hefteyê çalakiykên protestoyê hene. Divê hê zêdetir em beşdarî çalakiyan bibin. Eger ku hê bihêztir em başdarî kampanyayan bibin emê ecamên baş jê bigirn.”

Çalakiya kona ya li pêşiya Şaxê Eûtelsatê ya li Zanîngeha StaraBedek ya li bajarê Koln ê Elmanayê di roja 4’emîn de dewam dike. Di çalakiyê de daxuyaniya çapemeniyê hate lidarxistin.

Di daxuyaniya çapmeniyê ya çalakiya ku wê heta roja Şemiyê dewam bike de Hevserokê KCDK-E Yukel Koç, Hevseroka Civaka Demokratîk a Kolnê Yildiz Baran, Bêjerê Med Nûçe TV û edîtorê TV Heval Nesrîn Aslan, ji 10 TV Suleyman Ateş û li ser navê TEV-ÇAND’ê Cevdat Merwanî axaftin kirin.

Hevseroka Civaka Demokratîk a Koln Yildiz Baran diyar kir ku heta ku Eûtelsat biraya xwe ya der qanûnî û şaş vegere wê çalakiyên xwe dewam bikin. Baran destnîşan kir ku Kurd wê li her devera cîhanê bi çalakiyên cuda vê biryarê protesto bikin.

 ‘EGER KU EM DENGÊ XWE DERNEXIN, ÇAPEMENIYA KU LI PIŞT ME TÊ WÊ BÊDNEG BIMÎNIN’

Hevseroka KCDK-E Yukel Koç jî biryara Eûtelsatê şermezar kir. Koç diyayar kir ku ev biryar bi giştî siyasiye, li ser destkeftiyên qirêj a bi dewleta Tirk re hatiye girtin. Erdogan bi vê yekê dixwaze kiryarên xwe yên qirkirinê li dijî gelê Kurd ê li Kurdistanê pêk bîne.

Koç wiha anî ziman: “Balafirên şer li Rojava gelê mazlûm bombe dike. Tirkiye li Kurdistan û Ewropayê qenalên Kurd û muxalîf û girtina radyoyan, rewşa şerê qirêj çiqase radixe ber çavan. Weke Kurd, Em weke Kurdên ku li Ewropa dijîn dibêjin ku; Eger ku Kurd rastî qetlîamekî giştî were ji ber hevkariya Eûtelsat û dewleta Tirk wê Fransa berpirs be. Ya ku qetlîamên li Her çar parçeyên Kurdistanê, li Bakurê Kurdistanê, Rojava kifş kirin, ji bo raya giştî ya cîhanê ragihand Med Nûçe TV û Newroz TV û çapemeniya azad e. “

‘ENCEQ BI BERXWEDANÊ ENCAM BÊ GIRTIN’

Ji Med Nûçe TV’yê Heval Nesrîn Aslan jî bal kişand ser hevkariya qirêj a dewleta Tirk û Eûtelsatê ya li ser Med Nûçe TV û girtina televîzyonên Kurdan, bi bîr xist ku li Tirkiye û Kurdisanê 12 TV û 11 rodyo hatin girtin.

Aslan wiha got: “ Ev her dû hevkar, bi girtina TV Kurdî dixwazin dengê Kurdan bêdeng bikin. Em qet vê yekê qebûl nakin, têkoşînê bidomînin. Li dijî vê hewldanê me serî li darazê da. 26’ê Cotmehê li Parîsê doza me heye. Divê gelê me piştgiriyê dide Med Nûçe TV’yê.

Aslan bang li gelê Kurd û dostê wan kir ku 26’ê Cotmehê di saet 12:00’an li pêşiya dadgehê kom bibin û wiha anî ziman: “Li her derê çalakiyê protestoyê hene. Divê hê zêdetir kes beşdarî çalakiyan bibin. Ji bo encamekî baş em bigirin divê hê zêdetir beşdarî kampanayan bibin. Heta niha li Ewropa 4 qenalê Kurdî hatin girtin. Divê em vê yekê qebûl nekin. Em vê yekê baş dizanin ku enceq bi berxwedanê em encamê bigirin.”

‘KAPATILAN KANALLAR HAKİKATIN SESİDİR’

TV 10’dan Süleyman Ateş ise şunları söyledi: “Kapatılan TV’lerimiz hakikatın sesidir. Med Nuçe Kürdün sesi, TV 10 Alevi’nin, Hayatın Sesi, emekçinin, Zarok TV çocuğun hissiydi, anadilini konuşmak isteyen çocuğun sesiydi. TV 10 alevi hakikatını dile getirmek istedi. Bu televizyonları, kapatmak büyük bir haksızlıktır. Kim olursak olalım, kadın çocuk, yetişkin bu faşist diktatörlüğe karşı durmalıyız. Bir olmazsak diktatörlük kazanacak.”

 ‘QENALÊN KU HATIN GIRTIN DENGÊN RASTIYÊ NE’

Ji 10 TV’yê Suleyman Ateş jî wiha axivî: “Televzîyonên ku hatin girtin dengên rastiyê bûn. Med Nûçe TV dengê Kurdan, 10 TV dengê Elewiyan, Hayatin sesî dengê Kedkaran, Zarok TV jî hîsê zarokan bû, dengê zarokên ku di xwestin bi zimanê dayîka xwe baxivin bû. 10 TV’yê dixwest heqîqeta gelê Elwî bîne ziman. Girtina van televîzyonan bêmafiyekî mezin bû. Kî dibe bila bibe, jin, zarok kal divê li dijî dîktatoriya faşîzm rabin. Em nebin wê diktator bi ser bikeve.”

‘BI GIRTINA TELEVÎZYONÊN ME SITRANÊN ME ZIMANÊ ME QÛT DIKIN’

Hevserokê TEV-ÇAND’ê Cevdat MErvanî jî destnîşan kir ku bi girtina van tv dixwazin helbest û dengê wan qût bikin.

Merwanî wiha got: “Bi salan bû gelekî ku bi hesreta zimanê dayîkê guhdarî helbestan bikin hebû. Televîzyonê me di heman demê de amêra ku helbestên me digihandin gelê me. Bi girtina weşanên TV me helbestên me û zimanê me qût kirin. Li dijî van hewldanên bê maf çi çalakî çêbibin li kû dibe bila bibe em weke sazî em ê berşdariya xwe çêbikin. Bila herkes baş bizane di her alî de ve bêmafî û kiryarên qirêj derketiye holê. Heta ku encam bê girtin wê çalakiyê me dewam bikin.”

Di dawiya daxuyaniya çapemeniyê de bang hate kirin ku Kurd beşdarî doza ku li Parîsê di 26’ê Cotmehê de bê dîtin bibin.

Çalakiya kon a îro Kurdistaniyên li Dosseldor dijîn û edamên TEV-ÇAND’ê kirin. Sibehê jî Kurdistaniyên ji Essen û Saziya Malbatên Şehîdan wê dewir bigirin.

Wê çalakiyên kon ên li Parîs,Roma, Koln , Londonê jî heta toja Şemiyê dewam bikin. Ji bo kampanyaya Eûtelsat Fax a dikarî li tevahî cîhanê beşdarî bikî tê payîn ku çi fax yan E-maîl ji 100 îmzeyan zêdetir bên şandin. Îro ji bo vê KCKD-E malperekî taybet vekir ji bo agahdarkirinê. 

...