'Em bi dengekî bilind li ber dagirkeriya Tirk rabin'
TJK-E û KCDK-E bang li gelê Kurd û hêzên demokratîk kir, ku dagirkeriya dewleta Tirk şermezar bikin û dengê xwe bigihînin raya giştî ya Ewropayê û saziyên demokratîk.
TJK-E û KCDK-E bang li gelê Kurd û hêzên demokratîk kir, ku dagirkeriya dewleta Tirk şermezar bikin û dengê xwe bigihînin raya giştî ya Ewropayê û saziyên demokratîk.
Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) û Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) li ser êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Rojavayê Kurdistanê, daxuyaniyeke hevpar weşandin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, plana desteserkirin û dagirkirina Rojavayê Kurdistanê, ku ji aliyê dewlet û artêşa Tirk ve tê meşandin, bi êrîşên dawî re gihîştiye qonaxeke nû.
TJK-E û KCDK-E dan xuyakirin, ku artêşa Tirk a dagirker ji duh êvarê ve bi balafirên xwe yên şer û topên xwe destekê dide komên çete yên weke DAIŞ'ê û êrîşî gundên Şehbayê dikin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di van êrîşan de bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dan û zerar li sedan wargehên sivîlan bû. Komkujî li ser mirovên sivîl hatiye ferzkirin.
Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêma Şehbayê, bêguman hewldaneke ji bo dagirkirina Rojavayê Kurdistanê bi taybetî kantona Efrînê ye û encama zîhniyeteke qetlîamker e, ku êrîşî destketiyên gelê Kurd dike.
Bi êrîşên duh êvarê re careke din hatiye dîtin ku dewleta Tirk çeteyên DAIŞ'ê diparêze, xwedî dike û di çarçoveya berjewendiyên xwe re bi wan re dide û distîne. Dewleta Tirk li dijî hêzên şerê DAIŞ'ê dikin, şer dike û bi vî rengî nîşan dide ku ew bi komên çete re ye. Bi vî awayî hewl dide polîtîkayên xwe yên êrîşkarî û dagirkeriyê bixe meriyetê."
TJK-E û KCDK-E diyar kirin, dewleta Tirk bi van êrîşên xwe re hiqûqa navneteweyî binpê dike û gotin, "Lewma divê raya giştî ya cîhanê bi ruh û biryardariya 1'ê Mijdarê roja Kobanê, di asta herî bilind de nerazîbûna xwe ya însanî nîşan bide. Tevî vê yekê, lazim e Neteweyên Yekbûyî, DYA û Rûsya çavên xwe li planên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê negirin, hêzên koalîsyonê piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo DAIŞ'ê teşhîr bikin û destekê bidin hêzên li dijî DAIŞ'ê şer dikin.
Tevî vê yekê, di serî de Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn, divê tevgerên jin û ciwanan, çep-sosyalîst, hêzên demokratîk, saziyên civaka sivîl û rêxistinên hiûqê li dijî planên desteserkirin û dagirkeriyê yên Tirkiyeyê hesas bin û li her cihî li dijî vê yekê dakevin qadan."
TJK-E û KCDK-E bang li gelê Kurd û hêzên demokratîk kir, ku dagirkeriya dewleta Tirk şermezar bikin û dengê xwe bigihînin raya giştî ya Ewropayê û saziyên demokratîk.
Di daxuyaniyê de hat xwestin, bi dîplomasiya herêmî, çalakiyên cihêreng werin lidarxistin û nerazîbûna di vî warî de bê nîşandan.