Li Wanê 6 kes hatin girtin
Ji 38 kesên di hefteya bihurî de li Wanê di operasyonên qirkirina siyasî de hatin binçavkirin 6 kes hatin girtin.
Ji 38 kesên di hefteya bihurî de li Wanê di operasyonên qirkirina siyasî de hatin binçavkirin 6 kes hatin girtin.
Hevserokê DBP'ê yê Wanê Mûrat Sarisaç, Hevserokê DBP'ê yê Rêya Armûşê Hazim Harmanci, Hevserokê HDP'ê yê Rêya Armûşê Tahîrhan Sayyîgît, Hevserokê DBP'ê yê Artemêtanê Medenî Ozer, siyasetmedar Dîlaver Taşdemîr û Necat Taniş bi îdîaya "endametiya rêxistinê" ji aliyê 2. Dageha Cezayê Giran ve hatin girtin. Dadgehê 11 kes jî bi şerê "kontra edlî" serbest berda.
STENBOL
Di vê navberê de polîsên Tirk li gelek taxên Stenbolê avêtin ser malan. Di dema serdegirtinê de helîkopter jî hatin bikaranîn.