ROJANE
Hemû Nûçe
-
Xwendevanên Rojnamegertiyê: Em ê xwedî li çapemeniya azad derkevin
Xwendevanên Beşa Rojnamegertiyê ya Zanîngeha Akdenîzê jî li dijî girtina saziyên çapemeniya azad nerazîbûnê xwe anîn ziman. Xwendevanan gotin desthilatdariya AKP’ê dixwaze her kesên ku bîatî wê nake bêdeng bike. -
Ji HDP’ê berteka pêşî ji bo qeyûmê: Em ê tine bihesibînin!
Li dijî qeyûma ku anîn ser Şaredariya Mezin a Amedê ji HDP’ê berteka pêşî hat. Berdevkê Partiyê Bîlgen got; “Ya ku divê were kirin ev e; ên ku vîna gel tine dihesibînin divê tine werin hesibandin.” -
Li Kişlayayê mirina leşkerê bi goman
Li navçeya Xûlaman a Xerpatê Adem Karaçop (20) ku bi ser serjimêriya Qersê ku bi neçarî leşkerî dikir, hat îdîakirin ku bi çeka xwe xwe kuştiye. -
Ber bi sînor ve sewqiyate mezin a tank û wesayîtên zirxî
Ji yekîneyên Enqere û Çankiriyê ber bi navçeya Silopiya ya Şirnexê ve gelek tank û wesayîtên zirxî hatin şandin. -
Buroya Çûkûrova ya DÎHA’yê hat mohrkirin
Polîsên Tirk û mufetîşên maliyeyê bi ser Buroya Çûkûrova ya DÎHA’yê ya li Edeneyê de girtin, piştî alavên ajansê jimartin, dest danîn ser tevahiyan û derî mohr kirin. -
Li Mîlanoyê şeva piştgiriyê
Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê şeva piştgiriyê li Mala Çandê hate lidarxistin. Di şevê de êrîşên AKP'ê yên li ser Kurdan hatin şermezarkirin. -
Polîsên Tirk avêtin ser avahiya DÎHA ya Çûkûrovayê
Polîsên Tirk avêtin ser avahiya Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya Çûkûrovayê. -
Demîrtaş: Divê berxwedan civakî bibe
Demîrtaş diyar kir, Erdogan ji roja ku ketiye nav siyasetê û hetanî niha tim li pey wê xeyalê bûye ku Amedê bi dest bixîne lê Amed jê re bûye şevreşk. Demîrtaş got, hemû civak di bin zextê de ye û divê berxwedan were civakîkirin. -
Li sê welatan çalakiyên protestoyî û xebatên dîplomasiyê
Kurdistaniyên li paytexta Fransayê Parîsê, li bajarê Sîdney ê Awûstralyayê û li bajarê Hannoverê ê Elmanyayê dijîn, li dijî AKP/Qesrê çalakiyên protestoyî lidar xistin û xebatên dîplomasiyê meşandin. -
Tûnç: Dinyayê bi wêrekiya Kobanê hilm stand
Tûnç diyar kir, dinyayê bi wêrekiya berxwedêrên Kobanê hilm standiye û bang li hunermendan kir serketina ku bûye hêviya mirovahiyê vebêjin. -
MLKP: DAIŞ têk çû, dewleta Tirk jî wê têk biçe
MLKP Rojava, Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir û diyar kir, aqûbeta DAIŞ'ê wê bê serê AKP'ê. -
Rêveberiya girtîgehê polîtîkaya rageşiyê dimeşîne
Saîme Ûçar a ji Girtîgeha Jinê ya Tarsûsê derket diyar kir ku rêveberiya girtîgehê provokasyonan derdixîne û polîtîkaya rageşiyê dimeşîne. -
Demîrtaş: Dixwazin Tirkiyeyê li serdema qenalekê vegerînin
Demîrtaş Nûnertiya Enqereyê ya rojnameya Cûmhûriyetê ziyaret kir û têkildarî zext û zordariya li çapemeniyê tê kirin got, "Dixwazin Tirkiyeyê li serdema yek qenalê vegerînin." -
Bîlançoya 15 rojên operasyona Mûsilê: 2 hezar çete hatin kuştin
Li gorî daxuyaniya Fermandariya Operasyonên Nînovayê, di du hefteyên destpêkê yên operasyona Mûsilê de 2 hezar çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin. -
Kişanak, Anli û Ata bi tenê tên hiştin
Siyasetmedarên Kurd Kişanak, Anli û Ata li Girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê, li qewîşên ji 3 kesan, bi tenê tên hiştin. -
KCDK-E ji bo çalakiyên Roja Kobanê ya Cîhanê banga tevlîbûnê kir
"Weke KCDK-E em bang li gelên xwe û hemû dostên xwe dikin, ku beşdarî van meş û çalakiyên li gelemperiya cîhanê bên lidarxistin bibin." -
Hevserokên HDP'ê silav dan berxwedana Kobanê
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Yuksekdag û Demîrtaş silav dan berxwedana Kobanê û gotin, "Em pê bawer in, gelên bi wêrekî û bawerî xwedî li azadî û demokrasiyê derdikevin, mîna li Kobanê wê li her devera cîhanê bi ser bikevin." -
30 şaredarên Swêdê ji bo Kişanak û Anli bang kirin
30 şaredarên Swêdê nameyeke vekirî ji hikûmeta Tirk re şandin û jê xwestin, hurmetê nîşanî pîvanên bingehîn ên hiqûqê bide û di serî de Kişanak û Anli hemû rêveberên şaredariyan ên hatine girtin, serbest berde. -
Li Lînzê çalakiya Roja Kobanê
Li paytexta eyaleta Awûstûrya Jorîn Lînzê, bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, Kurdistanî û dostên wan li hev civiyan. Di çalakiyê de bal hat kişandin ser girîngî û wateya rojê. -
'Em ê li dijî rejîma dîktatoriyê li ber xwe bidin'
Bi sedan kes li ber nûnertiya Rojnameya Cûmhûriyetê ya Enqereyê li hev civiyan û operasyona li dijî rojnameyê şermezar kirin. Çalakgeran gotin "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin". -
Ciwanan li Bîelefeldê meclîsa xwe ragihandin
Li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê, Ciwanên Azad meclîsa ciwanan a Ş. Lewcan Mûnzûr ragihandin. -
Kongreya Gel a Mezopotamyayê girtin şermezar kir
Kongreya Gel a Mezopotamyayê, girtina Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û Berdevka Demî ya KJA'yê bi daxuyaniyekê şermezar kir. -
KOMAW: Em bi xurtî tevlî çalakiyên 1'ê Mijdarê Roja Kobanê bibin
KOMAW'ê ji bo çalakiyên 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê banga tevlîbûnê kir. -
Faşîzma AKP'ê li Ewropayê hate şermezarkirin
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, duh tevahiya rojê û danê êvarê li dijî faşîzma AKP'ê çalakî lidar xistin. Di çalakiyan de jin û ciwan li pêş bûn. -
Pirtûka 'Şoreşa li Rojava' bi Îngilîzî digihêje ber destê xwendevanan
Pirtûka 'Şoreşa li Rojava' (Revolution in Rojava) ku ji aliyê aktîvîstên kampanya Tatort Kurdistan Anja Flach, Ercan Ayboga û Mîchael Knapp ve bi zimanê Elmanî hat nivîsandin, wê bi wergera xwe ya bi Îngilîzî bigihêje hîn bêhtir xwendevanan.