BI DÎMEN

Demîrtaş: Divê berxwedan civakî bibe

Demîrtaş diyar kir, Erdogan ji roja ku ketiye nav siyasetê û hetanî niha tim li pey wê xeyalê bûye ku Amedê bi dest bixîne lê Amed jê re bûye şevreşk. Demîrtaş got, hemû civak di bin zextê de ye û divê berxwedan were civakîkirin.

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahatîn Demîrtaş, di civîna komê ya partiya xwe de têkildarî mijarên di rojevê de ne axivî.

‘HER KES DI BIN ZEXT Û ZORDARIYÊ DE YE, DIVÊ HER KES LI BER XWE BIDE’

Demîrtaş di axaftina xwe de got, ‘’Îro li Tirkiyê hema bibêje yek mal nemeye ku zilma desthilatdariya AKP’ê, Qesrê lê nebûye. Tenê ku em sîsalkên li dor Qesrê ji nav derxînin, her kes di bin zext û zordariyê de ye. An ji kar hatine avêtin an jî di lêpirsînê de ne. An tiştek bi serê wan hatiye an jî ditirsin ku tiştek bi serê wan were. Di rewşeke wiha de ya ku her kes dikare lê bicive rêgezên dadmendiyê ne, yên hiqûqê ne. Em di rojên wiha de ne ku temamiya civakê bi vê mebestê li ber xwe bide.’’

‘AMED JI ERDOGAN RE BÛYE ŞEVREŞK’

‘’Erdogan ji mêj ve ye,ji dema ku ketiye nav siyasetê û hetanî niha tim bi pey xewna Amedê ketiye. Tim xeyala Amedê dike lê Amed tim jê re dibe şevreşk û xewê lê nahêle. Wan jî wiha, bi kîjan rêyê dibe bila bibe, dibêje, divê hûn bistînin.’’

‘REHÎIN DIGIRIN’

Demîrtaş têkildarî girtina Hevserokên Şaredariya Mezin a Amedê Kişanak û Anlî got, ‘’Meseleya girtina Kişanak û Anlî ne meseleyeke ji rêzê ya darazê ye, parçeyek ji projeya teslîmgirtina civakê ye. Ji bo vê jî pênasekirina bi rengê ‘’girtinê’’ em rast nabînin; ev rehîngirtin e, revandin e. Hevalên me ji hêla çeteyên desthilatdar ve hatine revandin û li devereke ku jê re Kandira dibêjin rehîn têne girtin.’’

DARBEYA LI ÇAPEMENIYÊ

Demîrtaş li ser zext û zordariya li ser çapemeniya azad jî got, ‘’li ser medayayê sansûreke giran heye. Ji ber ku tirs çawa têgerok be wêrekî jî têgerok e. Darbeya li ser çapemeniyê ji 15’ê Tîrmehê û vir bi girnakirinê berdewam kir. Herî dawî ya ku bi serê Cumhuriyetê hatî hûn dizanin. Hesab dikin ku rojnameya Cumhuriyetê çawa bi dest bixin, qeyûmê bînin ser. Rojnameya Azadiya Welat ku rojane weşan dikir hate girtin, tekane ajansa jinan a li dinyayê JINHA hate girtin. Herî pir ji çi ditirsin hûn dizanin? Yek odeyek jî ku nehatibe teslîmgirtin ji wê ditirsin. Karê wî ev e. Ya ku jê tê payin ev e. Mesele ew e ku em ê çi bikin. Di vê rewşê de, pir girîng e ku em li cem hev bin, hev bigirin, teslîm nebin, lê ti wateya wê nîn e ku em tim di parastinê de bin.’’