Kongreya Gel a Mezopotamyayê girtin şermezar kir
Kongreya Gel a Mezopotamyayê, girtina Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û Berdevka Demî ya KJA'yê bi daxuyaniyekê şermezar kir.
Kongreya Gel a Mezopotamyayê, girtina Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û Berdevka Demî ya KJA'yê bi daxuyaniyekê şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, rejîma faşîst ku hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê ji bo xwe weke firsendekê dît, bi Rewşa Awarte û Biryarnameyên bi Hukmê Qanûnî re hevşaredarên bi dengekî zêde yê gel hatine hilbijartin, bi rengekî nehiqûqî girtiye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ev helwesta nehiqûqî û kêfî, ji bilî kûrkirina pirsgirêkên heyî yên li bajarên kurdan û xitimandina çareseriya pirsgirêka Kurd, wê rê li ber tiştekî din veneke.
Hat ragihandin, ku ev guhertina nehiqûqî ya vîna hilbijêran tine dihesibîne, rêveberiyên herêmî yên hatine hilbijartin bêkêr dikin û vîna gel nas nakin, ti hukmê xwe di nava gelê Kurd de nîne.
Kongreya Gel a Mezopotamyayê ev pêkanîna ne rewa, ne hiqûqî û li dijî exlaq û wijdanê ya dewleta AKP'ê bi tundî şermezar kir û xwest, hevşaredar derhal bên berdan.
Di daxuyaniyê de operasyona li dijî rojnameya Cûmhûriyetê û binçavkirina rojnamevanan hate şermezarkirin.