Kişanak, Anli û Ata bi tenê tên hiştin

Siyasetmedarên Kurd Kişanak, Anli û Ata li Girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê, li qewîşên ji 3 kesan, bi tenê tên hiştin.

Parêzerên Komeleya Hiqûqanasên Azadîxwaz duh çûn Girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê û bi Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û Berdevka Kongreya Jinên Azad (KJA) Ayla Akat Ata re hevdîtin kirin.

Parêzer Ramazan Demîr li ser mijarê agahî da û diyar kir, Kişanak û Ata li Girtîgeha Tîpa F Hejmara 1. a Kandirayê, Anli jî li Girtîgeha Tîpa F Hejmara 2. a Kandirayê hatine bicihkirin.

Siyasetmedarên Kurd li qewîşên ji 3 kesan bi tenê tên hiştin.

Demîr got, "Gultan Kişanak û Ayla Akat Ata li qewîşên ji 3 kesan, li gel hev nînin. Di navbera wan de qewîşên cuda hene. Dengê wan naçe hev. Yanî tecrîdkirî ne. Bi lez û bez anîne. Moralê hersêyan baş e."