DEM Partî: Em ê têkoşîna aştiyê ya Onder bi ser bixin

DEM Partî derbarê Sirri Sureyya Onder ê ku jiyana xwe ji dest da daxuyanî da û got, "Ji bo serketina têkoşîna aştiyê ya ku wî bi berdêla canê xwe domand, şertê girêdana bîranîna wî ye.”

Navenda Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo endamê Şandeya Îmraliyê û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder peyama sersaxiyê weşand.

Di peyamê de ev tişt hatin gotin: "Em ji ber windakirina Endamê Şandeya Îmraliyê û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder pir xemgîn in. Em sersaxiyê ji, malbat û hezkiriyên wî û gelê Tirkiyeyê re dixwazin. Ji bo serketina têkoşîna aştiyê ya ku wî bi berdêla canê xwe domand, şertê girêdana bîranîna wî ye. Em ê xwedî li bîranîna Sirri Sureyya Onder û têkoşîna wî ya ji bo aştiyê derkevin.”