MLKP: DAIŞ têk çû, dewleta Tirk jî wê têk biçe
MLKP Rojava, Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir û diyar kir, aqûbeta DAIŞ'ê wê bê serê AKP'ê.
MLKP Rojava, Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir û diyar kir, aqûbeta DAIŞ'ê wê bê serê AKP'ê.
MLKP Rojava, bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Kobanê cihê ku hêvî û azadî lê mezin bûye. Axa ku jinê hesabê hezaran salan ji dîroka ku nayê guhertin dihat nîşandan, pirsî ye. Cihê ku zincîra dixwestin bixin stûyê neteweya Kurd lê hat şikandin, cihê ku dagirkerên xwestin dest deynin ser axa neteweya Kurd hat têkbirin e."
'BÛ BERSIVA HERÎ BI WATE'
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku tevî çeteya tecawizkaran DAIŞ, dewleta Tirk a mêtînger dagiker jî li Kobanê têk çû û hat gotin, "Serketina Kobanê li dijî dîktatorên paşverû yên herêmê ku bi sedan salan Rojhilata Navîn veguherandine gola xwînê, bersiva herî bi wate ye. Nirxên ku Kobanê afirand, mirovên ji hemû gelan, bindest, jin, zarok, ciwan û hemû bawerî gihandin hev."
'AQÛBETA AKP'Ê WÊ JI YA DAIŞ'Ê NE CUDATIR BE'
MLKP Rojava destnîşan kir, ku mîna çeteya DAIŞ'ê wê dewleta Tirk jî têk biçe û wiha dewam kir: "Dewleta Tirk a mêtînger jî li Kobanê têk çû. Wê li Cerablûsê û Bakurê Kurdistanê jî têk biçe. Aqûbest AKP'ê wê ji ya DAIŞ'ê ne cudatir be. Terora girtinê, îşkence, Rewşa Awarte wê nikaribe pêşî li vê yekê bigire."