Faşîzma AKP'ê li Ewropayê hate şermezarkirin

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, duh tevahiya rojê û danê êvarê li dijî faşîzma AKP'ê çalakî lidar xistin. Di çalakiyan de jin û ciwan li pêş bûn.

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, duh tevahiya rojê û danê êvarê li dijî faşîzma AKP'ê çalakî lidar xistin. Di çalakiyan de jin û ciwan li pêş bûn.

LI FRANKFÛRTÊ ÇALAKIYA JINAN

Girtina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û Berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata, li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê hate şermezarkirin. Jinên ji bajarên Hanaû, Sîegen û Darmstadtê beşdarî çalakiyê bûn.

Çalakî li Haûptwache ya li navenda bajêr pêk hat û li ser navê Meclîsa Jinê Nûjîn a Hanaû, Meclîsa Jinê Amara ya li Frankfûrtê, Meclîsa Jinê Pakîze Nayir a li Sîegenê û Meclîsa Jinê Roza ya li Darmstadtê, daxuyanî hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hat got, "Em careke din lenetê li faşîzma AKP'ê tînin. Ti hêz nikare me ji vê têkoşîna me ya mafdar vegerîne. Ji ber ku Erdogan ji hêz û rêxistiniya jinê ditirse, timî jinên Kurd dike hedef. Lê belê em ê li pêşberî vê zîhniyeta zirêj a AKP'ê rêxistinbûna xwe timî mezin bikin. Ti hêz nikare Amedê teslîm bigire.

LI BODENSEE DAXWAZA BEDANA GIRTIYÊN SIYASÎ HAT KIRIN

Kurdistaniyên li herêma Bodensee ya li başûrê Elmanyayê dijîn, li navenda bajarê Frîedrîchshafenê çalakiyeke protestoyî pêk anîn.

Di çalakiyê de girtina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê hate şermezarkirin û dowîzên bi nivîsa "Destên xwe yên qirêj ji sînga hevşaredarên me vekişînin", "Ji Kişanak-Anli û Ata re azadî" û "Bila hemû girtiyên siyasî bên berdan" hatin hilgirtin.

Di çalakiyê de her wiha li ser mijarê bi sedan belavok hatin belavkirin.

LI LONDONÊ ÇALAKIYA BI PÊŞENGIYA CIWANÊN AZAD-UK

Girtina Kişanak û Anli ji aliyê hikûmeta AKP'ê ya faşîst ve, li Londonê hate şermezarkirin. Bi pêşengiya Ciwanên Azad UK meşek hate lidarxistin û gelek kes tevlî bûn.

Girseya gel li herêma Tottenhamê meşiya û dirûşmên bi Îngilîzî yên "Em hemû PKK'yî ne, PKK li vir e", "Li dijî faşîzmê bibin yek", "Em edaletê dixwazin" û "TC ji Kurdistanê bicehime" qîriya.

Di meşê de her wiha desteserkirina şaredariyan, girtina ajansên nûçeyan, rojname û qenalên televîzyonê hate şermezarkirin.

Piştî meşê ji bo demeke kurt mîtîngek hate lidarxistin û ji bo gerîlayên li Dersîmê şehîd bûn û hemû şehîdên şoreşê deqeyek rêz hat girtin. Li ser navê meclîsa Gel a Kurd, Yêkîtiya Hêzê ya Demokratîk û Komeleya Piştgiriya Dersîmiyan, daxuyanî hat dayîn.

Ji Meclîsa Gelê Kurd Ercan Akbal axivî û got, "Bila baş zanibin; çi dikin bila bikin wê gelê Kurd serî netewîne. Ev têkoşîna me wê her mezin bibe."

Li ser navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk jî Feyzûllah Canpolat axivî û destnîşan kir, ku bi berxwedana hevpar a mûxalîfan wê êrîş werin pûçkirin. Ji Dersîm-Derê Kûdret Guneş mafê axaftinê girt û got, "Soz û peyman e; weke jin em ê kariyera xwe ya herî mezin bi hilweşandina desthilatdariya we, pêk bînin."

...