Bîlançoya 15 rojên operasyona Mûsilê: 2 hezar çete hatin kuştin
Li gorî daxuyaniya Fermandariya Operasyonên Nînovayê, di du hefteyên destpêkê yên operasyona Mûsilê de 2 hezar çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.
Li gorî daxuyaniya Fermandariya Operasyonên Nînovayê, di du hefteyên destpêkê yên operasyona Mûsilê de 2 hezar çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.
Operasyona Mûsilê ku piştî amadekariyeke demdirêj di 17'ê Cotmehê de ji eniyên bakurrojhilat û başûrrohilat dest pê kir, piştî ku milîsên Haşdî Şabî di 29'ê Cotmehê de li eniya başûrrojava ketin nava tevgerê, ji sê baskan ve dewam dike.
Di daxuyaniya Fermandariya Operasyonên Nînova de hat ragihandin, operasyon ji sê baskan ve didome û Tumena 9. a ji eniya başûr ve bi pêş ve diçe, xwe gihandiye pêşiya Mûsilê, li eniyê din jî hêzên operasyonê bi pêş ve diçin.
Li gorî daxuyaniyê, baskekî operasyonê gihîştiye herêma Şelalat a Mûsilê û li eniya bakur û Naveranê jî hêzên operasyonê bi 10 kîlometreyan bi pêş ve çûne.
Yekîneyên artêşa Iraqê yên li eniya rojhilatê bajêr bi pêş ve diçin, li herêma Bertilleyê herêmek ji 20 kîlometreyî kontrol kirin, li taxa Gogcelî febrîqeyek bi dest xistin û dor li taxê girtin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, li eniya başûrrojava jî, hêzên Haşdî Şabî qadeke ji 40 kîlometreyî kontrol kirine û li aliyê başûr jî kêm mane hêzên wan xwe bigihînin Mûsilê.