'Em ê li dijî rejîma dîktatoriyê li ber xwe bidin'

Bi sedan kes li ber nûnertiya Rojnameya Cûmhûriyetê ya Enqereyê li hev civiyan û operasyona li dijî rojnameyê şermezar kirin. Çalakgeran gotin "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin".

Bi sedan kes li ber nûnertiya Rojnameya Cûmhûriyetê ya Enqereyê li hev civiyan û dirûşmên "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin", "Li dijî faşîzmê mil bi mil" qîriyan. Bi sedan kesan rojnameya ku bi ser navê "Darbe dîsa li dijî muxalifan e" xistin destê xwe û nerazîbûnên xwe anîn ziman. Serokê CHP'ê yê Enqereyê Adnan Keskîn daxuyanî da û diyar kir ku rojnameya Cûmhûriyetê ji ber ku li cem gel cih girt bû hedef û got: “Nikarin Rojnameya Cûmhûriyetê bêdeng bikin."

Endamên Halkevlerî jî bi dirûma "Dest nede Cûmhûriyetê" hatin ber nûnertiya rojnameyê û gotin: "Em hatin nerazîbûnên xwe yên li dijî diktatoriyê bînin ziman. Em ê li dijî diktatoriyê li cem Cûmhûriyetê cih bigirin. Em ê rojname bi rojname li ber xwe bidin. Em her yek rojnameyek in." 

Endamê Desteya Rêveberiya Halkevlerî Candaş Turkyilmaz jî anî ziman ku ew ê xebatên hevalên xwe yên ji aliyê dîktatoriyê ve hatin binçavkirin berdewam bikin û li karê wan xwedî derkevin."