Rêveberiya girtîgehê polîtîkaya rageşiyê dimeşîne

Saîme Ûçar a ji Girtîgeha Jinê ya Tarsûsê derket diyar kir ku rêveberiya girtîgehê provokasyonan derdixîne û polîtîkaya rageşiyê dimeşîne.

Saîme Ûçar a ku ji Girtîgeha Jinê ya Tarsûsê derket têkîldarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehê agahî da. Ûçar diyar kir, piştî ku Girtîgeha Jinê ya Edeneyê hat girtin girtî anîne Girtîgeha Jinê ya Tarsûsê, girtîgehekî kevn e û girtiyên siyasî û edlî bi hevre dimînin. 

Ûçar destnîşan kir ku îdareya girtîgehê li ser girtiyan zextên giran dike û bi îlankirina Rewşa Awarte re zext bi aweyekî sîstematîk zêde bûne û wiha berdewam kir: "Pirsgirêkên li girtîgehê di deqeya ewil de dest pê dike. Gardiyan lêgerîna tazî ferz dikin û eger tu li ber xwe nedî lêgerîna tazî pêk tînin. Dîsa bi zorê lêgerîna tazî dikin. Li girtiyan dixin, heqaretê li wan dikin. Dema ku girtî dixwazin biçin qewîşa siyasî wê demê gardiyan gotina 'ger tu biçî wê derê tu yê pir ceza bigirin, were em te bixin qewîşekî din' bi kar tînin. Bi vî rengî girtiyan bidin qewîşên serbixweyan."

'GIRTIYÊN NEXWEŞ NAYÊN DERMANKIRIN'

Ûçar di berdewama axaftina xwe de  ev agahî da: "Girtiyên nexweş nayên dermankirin. Hevalên me yên ku nexweşiyên wan ên cidî hene ji ber nêzîkatiya rêveberiya girtîgehê ya kêfî nabin revîrê." Ûçar got ku name û kargoyên ku ji bo girtiyan tên bi awayekî kêfî nayê dayîn, name û daxwaznameyên girtiyan tên desteserkirin û wiha axivî: "Piştî pêvajaya Rewşa Awarte zext û nêzîkatiyên kêfî bi mafên ku dane rêveberiya girtîgehê ve zêdetir bûn."

Ûçar anî ziman ku axaftina bi telefonê ya girtiyan ku hatine kêmkirin bi awayekî nehiqûqî ji bo hikumxwaran jî hate kêmkirin û wiha got: "Binpêkirinên mafên şexsî didomin. Xwestin kamerayan li qewûşan bi cih bikin dema ku girtî li hemberî vê yekê derketin cezayê qedexekirina ragihandinê û cezaya hucreyê dan girtiyan."

'HEQARETÊ LI GIRTIYAN DIKIN'

Ûçar bilêv kir ku li girtîgehê qewîşekî siyasî tenê heye û qapasîteya vî jî ligel ku 40 kes in jî 60 kes dimîne, gelek girtî li erdê radizên, ji bo ku girtî serê xwe bişon ava germ nadin girtiyan. Ûçar herî dawî ev agahî da: "Rêveberiya girtîgehê û gardiyan nêzîkatiya faşîzan dikin.  Wekî 'qawîşa terorê, terorîst xîtabî me dikin.  Heqeret li girtiyan dikin û girtiyan provoka dikin. Di nîqaşekî biçûk de jî der berê girtiyan de lêpirsînê vedikin. Girtî rastî pêkanînên kêfî yên rêveberiya girtîgehê tên. Rêveberî polîtîkaya rageşiyê dimeşîne. Divê ev pêkanîn û nehiqûqî bi dawî bibe."