Hevserokên HDP'ê silav dan berxwedana Kobanê

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Yuksekdag û Demîrtaş silav dan berxwedana Kobanê û gotin, "Em pê bawer in, gelên bi wêrekî û bawerî xwedî li azadî û demokrasiyê derdikevin, mîna li Kobanê wê li her devera cîhanê bi ser bikevin."

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

Hevserokên HDP'ê silav dan berxwedana xurt a gelê Kobanê û gotin, "Bajarê Kobanê ku digotin 'li ber ketinê ye', bû sembola bi heybet a berxwedana li dijî faşîzmê. Ev yek hêvî û ruhê têkoşînê dide hemû gelan."

Yuksekdag û Demîrtaş dan xuyakirin, ku di vê dema giran a kaotîk de, divê têkoşîna mezin a gelê Kobanê li ser navê mirovahiyê li dijî DAIŞ'ê meşand û rizgariya bajêr gelek caran bê bîranîn. Berxwedana Kobanê mînaka herî berbiçav e, ku nîşan dide; yên jê re digotin têk naçe, têk dike; tirsa ku hovîtî û faşîzmê berdaye nava dilan bi berxwedan û têkoşîneke xurt dikare ji holê were rakirin. Vê berxwedana dîrokî di wijdanê raya giştî ya cîhanê de bi rengekî mayînde cih girt û ji bo rizgarkirina bajêr piştevaniyeke navneteweyî hat nîşandan. Ev yek gerdûnîbûyîna têkoşîna ji bo nirxên azadî û demokrasiyê tê meşandin, radixe pêş çavan. Em pê bawer in, gelên bi wêrekî û bawerî xwedî li azadî û demokrasiyê derdikevin, mîna li Kobanê wê li her devera cîhanê bi ser bikevin. Lewma, hem li welatê me hem jî li gelemperiya erdnîgariya Rojhliata Navîn, hemû rêveberiyên faşîst û otorîter û komên mîna DAIŞ, El Nûsra û Arar'uş Şam, bi têkoşîneke Kurd dikarin ji nav werin birin."

Hevserokan destnîşan kirin, ku ew ji sedî sed pê bawer in, DAIŞ û hemû rêxistinên mîna wê yên gefê li tevahiya cîhanê û mirovahiyê dixwin, bi têkoşîna gelê Kurd û hemû hêzên demokrasiyê wê werin têkbirin.