KOMAW: Em bi xurtî tevlî çalakiyên 1'ê Mijdarê Roja Kobanê bibin
KOMAW'ê ji bo çalakiyên 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê banga tevlîbûnê kir.
KOMAW'ê ji bo çalakiyên 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê banga tevlîbûnê kir.
Saziya Malbatên Şehîd û Windayan li Ewropayê (KOMAW) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, krîz, kaos û şerê ji aliyê hêzên modernîteya kapîtalîst li Kurdistan û Rojhilata Navîn dafirînin, derketine asta herî bilind.
KOMAW'ê bibîr xist, ku dewleta Tirkiyeyê tevî hêzên paşverû yên herêmî û emperyalîstan, ji bo Rojhilata Navîn veguherîne gola wînê di 13'ê Îlona 2014'an de bi rêya çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Kantona Kobanê kir, ku destketiyên Şoreşa Rojava ji holê rake.
Di daxuyaniya KOMAW'ê de hat ragihandin, di nava şerekî neheq de, berxwedêrên Kurd ên şoreşger bi ruhê fedayî xwe gorî mirovahiyê û gelê xwe kirin û bi wêrekî, bawerî û biryardariyeke mezin li dijî faşîzma Erdogan û DAIŞ'ê bi heybetî li ber xwe dan.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ev berxwedana dîrokî di şexsê Arîn Mîrkan de veguheriye efsaneyeke destanî ya 'Şoreşa Jinê ya Rojava' û li cîhanê deng vedaye." KOMAW'ê diyar kir, berxwedana Kobanê bûye 'Stalîngrad û Komuna Parîsê' ya sedsala 21'an ku rê neda faşîzmê û destnÎşan kir, ku ev yek di heman demê de veguheriye roja piştevaniyê ya navbera gelan.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Hêzên azadiyê wê di çarçoveya projeya sîstema konfederal a demokratîk de bi ruhê berxwedana Kobanê derba herî mezin li polîtîkayên înkar û qirkirinê yên dewleta Tirk û li planên dagirkirina Iraq, Başûrê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê bixin.
KOMAW'ê destnîşan kir, ku li ser vê bingehê wê hemû planên faşîzma Erdogan ên li ser Kurdistanê û Rojhilata Navîn têk biçin.
Di dewama daxuyaniyê de, bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de, di şexsê şehîd Gelhat û şehîd Arîn Mîrkan de hemû şehîdên leheng bi rêzdarî û minetdarî hatin bîranîn û 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ku di nava gelan û mirovahiyê de bûye roja piştgiriya enternasyonal, hat pîrozkirin.
KOMAW'ê bang li gelê welatparêz, gelên cîhanê û mirovahiya pêşverû kir, ku ji bo Kobanê, ji bo mirovahiyê, ji bo azadiyê di 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de piştgiriyê xurt bikin, bi ruhê berxwedana xwerêveberiyê ya Kobanê biherikin qadên çalakiyê û bibin yek deng û yek wicûd.