Xwendevanên Rojnamegertiyê: Em ê xwedî li çapemeniya azad derkevin

Xwendevanên Beşa Rojnamegertiyê ya Zanîngeha Akdenîzê jî li dijî girtina saziyên çapemeniya azad nerazîbûnê xwe anîn ziman. Xwendevanan gotin desthilatdariya AKP’ê dixwaze her kesên ku bîatî wê nake bêdeng bike.

Xwendevanên Beşa Rojnamegertiyê ya Zanîngeha Akdenîzê jî li dijî girtina saziyên çapemeniya azad nerazîbûnê xwe anîn ziman. Xwendevanan gotin desthilatdariya AKP’ê dixwaze her kesên ku bîatî wê nake bêdeng bike, diyar kirin ku wê xwedî li çapemeniya azad derkevin.

Xwendevanên Beşa Rojnamegertiyê ya Zanîngeha Akdenîzê li dijî girtina dezgehên çapemeniya azad yên mîna DÎHA, JINHA, Azadiya Welat nerazîbûnên xwe anîn ziman, gotin desthilatdariya AKP’ê êrîşê dibe ser her kesên ku bîatî wê nake û destnîşan kirin ku wê li dijî zextan li cem saziyên çapemeniya azad bin.

KOSE: EM Ê RASTIYAN LI RÛYÊ FAŞÎZMÊ BIDIN

Serokê Koma Rojnamegeran a Zanîngeha Akdenîzê Vûral Kose ku diçe polîs 4’an, got, çapemeniya azad ji bo wan dibistana herî mezin bû û wiha dewam kir; “Li dijî medyaya alîgir, wan nîşanî me dane ku bê nûçegîhantiya rast çawa be. Erê îro dikarin kîlîtê li deriyê dibistanên me bixin, lê ti carî wê nikaribin nivîsandina me asteng bikin. Em ê rastiyan li rûyê faşîzmê bidin.”

SERÎN: DESTPÊKÊ ÇAPEMENÎ, PIŞTRE TEVAHÎ QADÊN CIVAKÎ…

Xwendevanê pola 4’emîn a Rojnamegertiyê Mehmet Serîn jî bi lêv kir ku êrîşa li ser çapemeniya azad tê wateya êrîşa li dijî jinê, ciwan, Kurdan û her beşên civakê û îfade kir ku jixwe faşîzma AKP’ê bi qetlîamên Amed, Pirsûs û Enqereyê rûyê xwe nîşan dabû. Serîn diyar kir ku desthilatdariya AKP-Qesrê ji bo rejîma xwe saz bike bi bêdengkirina çapemeniya azad dest bi kar kiriye û got; “Piştî bêdengkirina çapemeniya azad wê bi awayekî bêperwa êrîşî qadên din ên civakî bike.”

‘PÛÇKIRINA ÊRÎŞAN WEZÎFEYA ME YE’

Serîn herî dawî ev gotin; “Li pêş me xwendevanên rojnamegertiyê wezîfeyên pir girîng hene. Erê, dikarin saziyên çapemeniya azad bigirin, lê pûçkirina van êrîşan deynê me ye. Heta îro çapemeniya azad çavê me, guh û dengê me bû, ji niha û şûn de divê em bibin çav, guh û dengê wê. Beriya her tiştî ev wezîfeya me ye. Ji niha û şûn de jî em ê li her qadê wek nûçegîhanên dildar ên DÎHA, JINHA û saziyên din van êrîşan pûç bikin.”