Pirtûka 'Şoreşa li Rojava' bi Îngilîzî digihêje ber destê xwendevanan

Pirtûka 'Şoreşa li Rojava' (Revolution in Rojava) ku ji aliyê aktîvîstên kampanya Tatort Kurdistan Anja Flach, Ercan Ayboga û Mîchael Knapp ve bi zimanê Elmanî hat nivîsandin, wê bi wergera xwe ya bi Îngilîzî bigihêje hîn bêhtir xwendevanan.

Pirtûka "Şoreşa li Rojava: Li Kurdistana Sûriyeyê Xweseriya Demokratîk û Azadiya Jinê (Revolution in Rojava:Democratic Autonomy and Women’s Liberation in Syrian Kurdistan)", ku ji aliyê aktîvîstên kampanya Tatort Kurdistan Anja Flach, Ercan Ayboga û Mîchael Knapp ve bi zimanê Elmanî hat nivîsandin, bi zimanê Îngilîzî jî hat weşandin.

Kampanya Tatort Kurdistan, ku di salên bihurî de bi pirtûka bi navê "Li Bakurê Kurdistanê Tecrûbeya Xweseriya Demokratîk" bal kişandibû ser xwe, vê carê jî aktîvîstên wê nivîskar Etnolog Anja Flach, Endezyarê Xwezayê û Aktîvîst Ercan Ayboga û dîroknas Mîchael Knapp bi pirtûka "Şoreşa li Rojava" balê dikişînin.

Her sê nivîskar di Gulana 2014'an de 4 hefteyan li Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê man û piştî lêkolîna li vê derê, ev pirtûk amade kirin.

Nivîskaran di nava çar hefteyan de bi nûnerên gelên li Cizîrê, partî û rêxistinên siyasî, akademî, nûnerên YPG/YPJ û bi sedan aktîvîstan re hevdîtin kirin. Ev hevdîtin berhev kirin û bi lêkolînên li qadên cuda re kirin yek. Di encamê de pirtûkek ji 352 rûpelî amade kirin.

Wergera pirtûkê ya bi Îngilîzî ji aliyê Weşanxaneya Pluto Press a li Îngilîstanê ve hat kirin. Pêşgotina vê pirtûkê ji aliyê Antropolog Prof. Dr. Davîd Graeber û gotina wê ya dawî jî ji aliyê Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah ve hate nivîsandin.

Wergera pirtûkê bi zimanê Îngilîzî jî ji aliyê nivîskar û edîtora DYA'yî Janet Bîehl ve hate kirin.

Pirtûkxaneya Pluto Press, di danasînê de pirtûkê weke "Yekemîn xebateke berfireh li ser veguherîna civakî ya li Kurdistana Sûriyeyê diqewime" pênase kir.

Pirtûk wê di nava vê hefteyê de li gelek bajarên Îngilîstanê bi panelan were nasandin. Ji nivîskarên pirtûkê Ercan Ayboga û tercûman Janet Bîehl wê weke qiseker beşdarî panelan bibin.

Agahiyên li ser panelan jî bi vî rengî ne: 

CAMBRIDGE // 1'Ê MIJDARÊ // 18:00

Bi beşdariya yek ji nivîskarên pirtûkê Ercan Ayboga, tercûman Janet Bîehl û aktîvîst Dilar Dîrîk wê li Cambrîdge panel bê idarxistin.

BRIGHTON // 3'Ê MIJDARÊ // 16:00

Li Rojava şoreş û jê wêdetir: Perspektîfên li ser veguherînên demokratîk

Piştî nîşandana kurte fîlmên aktîvîstan, Janet Bîehl, Ercan Ayboga û Dilar Dîrîk wê weke qiseker tevlî panelê bibin.

LONDON // 4'Ê MIJDARÊ // 19:00

Li Dibistana Xebatên Rojhilat û Afrîkayê (SOAS), bi beşdariya ji nivîskaran Ercan Ayboga û tercûman Janet Bîehl panel bê lidarxistin.