BI DÎMEN

Tûnç: Dinyayê bi wêrekiya Kobanê hilm stand

Tûnç diyar kir, dinyayê bi wêrekiya berxwedêrên Kobanê hilm standiye û bang li hunermendan kir serketina ku bûye hêviya mirovahiyê vebêjin.

Hunermend Ferhat Tûnç klîbeke bi mijara berxwedana mezin di 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Dinyayê de amade kir. Tûnç diyar kir, dinyayê bi wêrekiya berxwedêrên Kobanê hilm standiye û bang li hunermendan kir serketina ku bûye hêviya mirovahiyê vebêjin.

Di encama berxwedana mezin a 134 rojan de ku tax bi tax, kuçe bi kuçe, mal bi mal de, têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê pêk hat, li dinyayê hemûyî bi hurmet hate pêşwazîkirin û li dijî tarîtiyê bû kana giyanê azad ê mirovahiyê.

Bala hunerê jî çû ser vê berxwedana mezin ku bala dinyayê hemûyî lê bû. Hunermend Ferhat Tunç ku di dema dorpêça Kobanê de li Pirsûsê bû, berxwedan veguhazt ser klîba xwe ya nû. Di dema ziyareta Kobanê de dîmenên ku Ferhat Aslan kişandin di klîba Kobanê de cih girtin.

'BI RÊYA HUNERÊ EM ÇÎROKA BERXWEDANê NAS BIKIN'

Tûnç têkildarî xebata klîbê wiha got: "Me ji bo bîranîna wan ciwanan ev xebat kir ku kenên xwe li bin qozeqerê anîn cem hev û diyarî kirin. Bi kenê wan, wêrekiya wan dinyayê hilmek stand. Bibîranîna van mirovên xweşik, bibîrxistina wan bihistyariyeke ûcdanî bû. Ez weke mirovekî muzîkê tenê min bi aliyekî vê girt. Ku şêwekar bi aliyekî wê bigire û şaîr bi aliyekî wê, çîroka vê berxwedanê wê temam bibe."