Li şûna Hevserokên Şaredariya Mezin a Amedê, Kişanak û Anli Qeymeqamê Etîmesgûtê, Cumalî Atîlla hat tayînkirin.
BÎLGEN: TÊKÇÛNA REJÎMÊ!
Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bîlgen qeyûma ku anîn ser Şaredariya Amedê ji ANF’ê re nirxand. Bîlgek got, Erdogan pir dixwest Amedê bi dest bixe û wiha domand: ‘’Ev gelek caran aniye zimên jî. Bi rêya hilbijartinê nekarîn vê pêk bînin niha jî bi qeyûma qeymeqam ji wan weye ku Amed bi dest xistin. Li şûna ku bi hilbijartinê werin deverekê, ku bi qeyûmê werin, ev nîşan dide bê ka rewş li kû sekiniye.’’
Bîlgen diyar kir, kirinên AKP’ê serdemên darbeyan jî li pey xwe hiştine û got, ‘’Li vir ya ku divê were kirin ev e; yên ku vîna gel tine dihesibînin divê tine werin hesibandin. Bertek wê nîşan bidin ku ev bajar bi vî rengî wê nikaribin werin birêvebirin. Kes deriyê xwe li karmendên tayînbûyî venake. Ev ragihandina têkçûna rejîmê ye.’’
BALÛKEN: ÊN KU QESRÊ WAN MEZINTIR BÛN JÎ HEBÛN!
Serokwekîlê Koma HDP’ê Idrîs Balûken jî têkildarî qeyûmê got: ‘’Şêt bûne. Hikûmet wateya Amedê ya ji bo Kurdan û demokrasiyê Tirkiyê tê çi maneyê dizane. Hêvî dikim ku encamên wê baş hesêb kiribin. Yên ku dibêjin, ‘’Bila Helebê Helebî, Mûsilê Mûsilî bi rê ve bibin’’, ku hewl didin Amedê bi memûrên Qesrê bi rê ve bibin, ev şêtbûneke ku dawiya xwe ya siyasî tîne. Li Rojhilata Navîn ên ku ev cure dîktatorî kirin û şêt bûn xwedan qesrê mezintir bûn.’’
Balûken got hik^jmet hiqûq darbe û diminahiyê li dar xistiye.