Li Mîlanoyê şeva piştgiriyê
Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê şeva piştgiriyê li Mala Çandê hate lidarxistin. Di şevê de êrîşên AKP'ê yên li ser Kurdan hatin şermezarkirin.
Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê şeva piştgiriyê li Mala Çandê hate lidarxistin. Di şevê de êrîşên AKP'ê yên li ser Kurdan hatin şermezarkirin.
Mala Çandê ya ku xebatên xwe di bin sÎwanan Şaredariya Mîlano ya Îtalayayê de dimeşîne, şeva piştgiriyê ya Kurdistanê lidar xist. Li ser navê Komîteya Kurd a Mîlanoyê Erdal Karaman beşdar bû.
Di şevê de dîmenê ji aliyê Marta Mazzûcchî ve li ser Heskîfê hatibû amade kirin hate pêşkêşkirin. Di aktivîteyê de êrîşên qirkirinê yên AKP/Qesrê yên li ser Kurdan û rewşa dawî ya li Rojhilata Navîn hatin nirxandin. Tevî Karaman jî rojnamevanê Îtalî Marta Ottavîanî, ji Profesorê Zanîngeha Katolîk Paolo Branca li vir axivîn.
'DIVÊ DEWLETA TIRK JI DÎROKÊ DERSÊ BIGIRE'
Di şevê de zext û zordariya dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê hatin şermezarkirin û hat gotin, divê dewleta Tirk dersê ji dîrokê bigire. Her wiha bêdengiya welatên Ewropayê ya li hember êrîşan jî hat şermezarkirin.
Wekî din hate diyarkirin ku li Tirkiyeyê li hemberî çapemeniyê darbe hatiye kirin û gelek rojnamevan hatine girtin. Girtina Hevaşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli jî hatin şermezarkirin.
Qisekeran diyar kirin, hikûmeta AKP’ têkildarî Cemaeta Gulen dirûtiyê dike.