Li Swêdê, ku li dijî girtina hevşaredarên Amedê li gelek bajaran xwepêşandan tên lidarxistin, 30 şaredaran nameyeke vekirî ji hikûmeta Tirk re şandin û jê xwestin, hurmetê nîşanî pîvanên bingehîn ên hiqûqê bide û di serî de Kişanak û Anli hemû rêveberên şaredariyan ên hatine girtin, serbest berde.
Di nameyê de ku 30 şaredarên ji Partiya Karker a Sosyal Demokrat mohra xwe danîn binî, Swêd, Yekîtiya Ewropa û civaka navneteweyî jî tê rexnekirin ku bi têrkerî li ber binpêkirina mafên mirovan, azadiya çapemenî û ramanê ya li Tirkiyeyê ranabin.
Şaredaran bibîr xistin, ku piştî erkdarkirina qeyûman li hin şaredariyên Kurdan û girtina 28 rêveberên şaredariyan, herî dawî Hevşaredaren Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli hatine girtin û diyar kirin, hikûmeta Tirk tevî şaredaran, her wiha rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan jî digire.
ERKA CIVAKA NAVNETEWEYÎ YE KU BÊDENG NEMÎNE
Şaredaran bal kişandin ser girtina gelek ajansên nûçeyan, qenalên televîzyonê û rojnameyên rojane û dan zanîn, ku hin parêzerên parastnê jî hatine girtin.
Di nameyê de hat gotin, "Li Tirkiyeyê ku zexteke giran li azadiya ramanê û çapemeniyê tê kirin, bûyerên gelek cidî diqewimin, erka Swêd, Yekîtiya Ewropa û civaka navneteweyî ye ku pê re li hev nekin û çavên xwe li rewşê negirin. Divê hikûmeta Tirk hurmetê nîşanî mafên mirovan û pîvanên bingehîn ên serxwebûna şaredariyan û dewleta hiqûqê bide.
Gultan Kişanak û Firat Anli ew siyasetmedar in ku bi dengekî xurt ê gel hatine hilbijartin. Astengkirina wezîfeya van siyasetmedaran gefek li demokrasiyê ye. Em weke şaredarên bajarên cuda yên Swêdê û siyasetmedarên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin, dixwazin piştgiriya xwe ya ji bo hempîşeyên xwe yên li girtîgehê ne, nîşan bidin."
DIVÊ HEMÛ ŞAREDARÊN HATINE GIRTIN BÊN BERDAN
Şaredaran dan xuyakirin, ku ew girtina hempîşeyên xwe û siyasetmedarên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin, protesto dikin û ev daxwazên xwe bilêv kirin:
"Divê Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli derhal werin berdan.
Şaredarên li girtîgehan bi lezgînî werin berdan û weke nûnerên gel ên hatine hilbijartin derfet ji wan re werin dayîn ku karibin şaredariyan bi rê ve bibin.
Lazim e hikûmeta Tirk bes siyasetmedar, rojnamevan, parêzer û aktîvîstên mafên mirovan ên cuda difikirin, bigire."
DIVÊ ZEXT LI TIRKIYEYÊ WERE KIRIN
Şaredar ji Swêdê, Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî dixwazin, ji bo berdana rêveberên şaredariyan û rêzgirtina ji pîvanên bingehîn ên demokrasiyê û azadiya çapemenî û ramanê, zextê li Tirkiyeyê bikin.
Şaredaran destnîşan kirin, ku ji bo wan gelekî girîng e ku weke Şaredarên Sosyal Demokrat destekê didin şaredarên hempîşeyên xwe yên li Tirkiyeyê.
Li binê vê nameyê, mohra 30 şaredarên ji bajar û navçeyên li her çar aliyên Swêdê hene. Şaredarê Avesta Lars Îsacsson ku pêşengî ji nivîsandina vê nameyê re kir, da zanîn ku binpêkirina mafên mirovan û azadiya ramanê li Tirkiyeyê gihîştiye asteke ku mirov nema dikarin tehemûl bikin û anî ziman, ev binpêkirin bandorê li wan jî dike.
Îsacsson her wiha ragihand, ku parlamenterekî Avesta wê vê mijarê bixe rojeva parlamentê û ji Wezîra Karên Derve bixwaze di vê mijarê de bikeve nava tevgerê.