Demîrtaş: Dixwazin Tirkiyeyê li serdema qenalekê vegerînin

Demîrtaş Nûnertiya Enqereyê ya rojnameya Cûmhûriyetê ziyaret kir û têkildarî zext û zordariya li çapemeniyê tê kirin got, "Dixwazin Tirkiyeyê li serdema yek qenalê vegerînin."

Piştevaniyên ji bo rojnameya Cûmhûriyetê ku duh polîsan bi ser de girtin didome. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, parlamenterên HDP'ê Ayhan Bîlgen, Sirri Sureyya Onder û Celal Dogan, endamên MYK a HDP'ê Fatma Kûrtûlan û Sarûhan Olûç çûn buroya Cûmhûriyetê ya Enqereyê. Demîrtaş û heyeta pê re peyema piştevaniyê dan xebatkarên rojnameyê. Piştî serdanê Demîrtaş li ber avahiya rojnameyê daxuyaniyekî kurt da û got ku serdegirtina duh operasyonekî siyasî ye. 

Demîrtaş wiha got: "Li Tirkiyeyê ev demeke dirêj e rêgezên hiqûqê ya gerdûnî, qanûn û destûra bingehîn hatine rawestandin. Piştî hewldana darbeyê ya 15'ê tîrmehê jî feresata li Qesrê ku xwes vê yekê wekî 'Xêra xwedê' binirxîne û hikûmetê dest dan hev û bi biryarnameyên di hikmê qanûnê de, pêvajoya ku maf û azadiyên bingehîn dan rawestandin dan destpêkirin. Ji bo ku ev tirsa ku dixwazin di nava civakê de belav bikin neyê bihistin ya ku herî bi bandor a ku bê kirin ew e ku çapemeniya muxalîf û çapemeniya ku li hemberî AKP'ê serî netewandiye kontrol kirin e. Girtin e, tehdîdkirin e. Ev rêbaza ku îxtidarên borî jî gelek caran ceribandin e. Bê guman ev roj wê derbas bibin û bi dawî bibin. Ya girîng ew e ku hemû kesên ku bi demokrasiyê bawer in, alîgirên azadiyan in piştevaniyê bidin hev. Nirxa me ya hevpar jî divê li vî welatî bi aweyekî demokratîk, wekhev jiyan kirin be. Divê hemû kesên ku bi vî yekê bawer dikin îro dest bidin hev û têbikoşin.

Rojnameya Cûmhûriyetê îro bi manşeta 'Em ê teslîm nebin' derket, ya girîng ev e. Dibe ku îro AKP bawer bike ku demû dewlet desteser kiriye lê ya girîng e we ku em teslîmnebûna xwe li hemû derfetên di destê xwe de nîşan bidin. Ji ber ku Cumhuriyet teslîm nebû di bin êrîşê de ye. 

Roj borî rojnameya ku tekane weşana bi kurdî dike Azadiya Welat hat girtin, tekane ajansa jinê ya cihanê JINHA hat girtin, Ajansa Nûçeyan a Dîcle hat girtin. Meha borî jî zêdetirî 20 radyo û televîzyon hatin girtin. Ya ku tê dîtin ew e ku dixwazin vegerin Tirkiyeya yek qenal. Çiqas kanal, rojname hebin jî bila bi heman manşetê derkevin. Dixwazin hemû bi manşetên ku îtiaetê Qesrê kirine ve derkevin. Lê ev nepêkan e. Di serdema ku mirovahî hewl dide li Marsê bajaran ava bike de hewldana rawestanina çapemeniyê hem di warê teknîkê de hem jî li welatekî ku ewqas mirovên li ber xwe didin hene de serî tewandin nepêkan e."

Demîrtaş herî dawî xwest ku nivîskar û rêveberên rojnameyê yên  di bin çavan de bên berdan û axaftina xwe bi dawî kir.