Ciwanan li Bîelefeldê meclîsa xwe ragihandin
Li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê, Ciwanên Azad meclîsa ciwanan a Ş. Lewcan Mûnzûr ragihandin.
Li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê, Ciwanên Azad meclîsa ciwanan a Ş. Lewcan Mûnzûr ragihandin.
Li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê, Ciwanên Azad meclîsa ciwanan a Ş. Lewcan Mûnzûr ragihandin. Civîna li ser ragihandina meclîsê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir. Ciwanan dûre li ser pêvajoya dawî û girîngiya meclîsê nêrînên xwe parve kirin.
Di encama van nîqaşan de 5 komîsyon hatin hilbijartin. Meclîsa Ciwanan ji komîsyonên rêxistinî, jin-ciwan, çapemenî, perwerde û çand, YXK/YXK, Rojava û Bawerî (Hevgirtina Ciwanên Êzidî) pêk tê.
Endamên Meclîsa Ciwanan dan xuyakirin, ku ew ê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li dijî êrîşên dawî yên faşîzma AKP'ê, bi coşa şoreşê xwe bi rêxistin bikin.
Ciwanan gelek çalakî û xwepêşandan ji bo dema pêş plan kirin û bi vî rengî civîna xwe qedandin.